Yenî Partiyê, sendîka û komeleyên rojnamegeran li dijî sansur û girtina malper û hesabên medya dîjîtal ên sazî û dezgehên çapemeniyê li ber AYMê nerazîbûn nîşan da. Nûnerê DFGê yê Enqereyê Selman Guzelyuz di daxuyaniyê de wiha got: “Li dijî vê pêkanînê ji bilî berxwedanê tu çare tune ye. Divê li dijî sansurê û astengiyan xeta têkoşînê bê avakirin. Heke dengê xwe dernexin wê armanca desthilatê pêk were.”
Yeni Partiyê li dijî pêla sansûrkirin û girtina malper û hesabên medya dîjîtal ên saziyên çapemeniyê li ber Dadgeha Destûrabingehîn (AYM) daxuyanî da. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî û Wêşana Madbayê ya giredayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-Basin-İş), Sendikaya Rojnamgerên Tirkiyeyê (TGS), Komeleya Azadiya Îfadeyê (ÎFOD), Sendikaya Hemû Taqawîdan (Tum Emeklî Sen) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de girseyê dovîzên li ser, “Sansur nikarê têkoşîna jinan asteng bike” û “Hûn asteng bikin em dê bi serkevin” dinivisî rakirin û dirûşmeyên, “Li dijî sansurê mil bidin milê hev” berz kirin.
Serokê Koma Yenî Partiyê Gokhan Gunaydin li vir axivî bi lêv kir ku pêkanînên sansurê li pêşiya azadiya çapemeniyê xetere herî dijwar e û bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kir ku biryarên girtina malperan rawestîne.
‘Li dijî sansurê ji bilî berxedanê tu çare tune ye’
Nûnerê DFGyê yê Enqereyê Selman Guzelyuz jî axivî û bi lêv kir ku desthilat hewl dide pêkanînên sansurê bike rejîmek mayînde û wiha got: “Ez di heman demê de nûnerê Enqereyê yê Ajansa Mezopotamyayê me, duh cara 44emîn malpera wê hate girtin. Girtina hesaban û malperan ne pêkanînek nû ye. Ev astengî ne tenê li dijî Ajansa Mezopotamyayê ne lê di heman demê de li dijî mafê wergirtina agahiyan e. Li dijî vê pêkanînê ji bilî berxwedanê tu çare tune ye. Helbet ev berxwedan ne tenê li Tirkikyeyê li dijî sansurê li pêş bikeve, divê di qada navneteweyî de xeteke têkoşînê bê avakirin. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin. Heke em li dijî van astengiyan li ber xwe nedin hemû kes dê bitepisin û armanca desthilatê ya bêdengkirina civakê wê pêk were.”
Rojnameger Ozlem Akarsu Çelîk jî li ser navê Cemiyeta Rojnamegeran bertek nîşanî pêkanînên sansurê da û got ku bi pêkanînên sansurê dixwazin rojnameger kar nekin.
Serokê Şaxa TGSê ya Enqereyê Sînan Tartanoglu jî destnîşan kir ku heke bixwazin welat di nav gul û beybûnan de be ew ne bi dîmenên hişê çêkirî lê bi azadiya çapemeniyê û mafê azadiya derbirînê pêkan e.
Daxuyanî bi berzkrina dirûşmeyan bi dawî bû.













