• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Firat Tûnç / AW

4 COTMEH 2026 - 09:38
Kategorî: ANALÎZ, MANŞET
A A
Riha – Rojnameger Sînan Cûdî bandora paşvekişîna DYAyê ya li Iraqê nirxand û diyar kir ku Hewlêr bêsîwana ewlehiyê maye û bal kişand ser gefên mîlîsên Şîa, DAIŞê û wiha got: “Pêşmerge ji şerê nûjen re ne amade ye. Çareserî ne hêzên derve ne, beriya her tiştî divê yekîtiya navxweyî û xeta xweparastinê ya Kurd bê avakirin.”

Piştî paşvekişîna hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Koalîsyona Navdewletî ji Iraqê û Başûrê Kurdistanê, geşedan û guherînên leşkerî-siyasî yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bû rojeva sereke. Dê ji niha şûn ve li Başûrê Kurdistanê û Iraqê çi bibe û dê hevsengiyek çawa ya leşkerî pêk were, ne diyar e. Bi taybetî ji bo Kurdan parastina axa Başûrê Kurdistanê mijarek girîng û sereke ye.

Rojnameger Sînan Cûdî yê ku bi salan e geşedanên li Başûrê Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne, encamên paşvekişîna DYAyê, nêzîkatiya hikûmetên Bexda û Hewlêrê, xetereya ji nû ve zindîbûna DAIŞê, rewşa mîlîsên Şîa û girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan ji bo Ajansa Welat nirxand.

Di Navbera Bexda û Hewlêrê de dîtinên cuda: Xofa Hewlêrê ne bêsebeb e

Sînan Cûdî diyar kir ku biryara paşvekişîna hêzên Amerîkayê li Bexdayê wekî “roja desthilatî û rizgariyê” hat pêşwazîkirin û ji ber vê yekê li Iraqê betlaneya fermî ya du rojan hat ragihandin, lê berevajî vê yekê, li Başûrê Kurdistanê ev gav wekî hilweşîna sîwana ewlehiyê û destpêka merheleyeke xetertir hat nirxandin û wiha got: “Ji bo Bexdayê, ev gav tê wê wateyê ku dagirkeriya li ser axa Iraqê ku çendîn caran dubare bûbû bi dawî dibe. Feqet tirsa Hewlêrê jî ne bêsebeb e. Di serdemeke ku şerê Îranê rû dide de, li vê herêmê zêdetirî 600 êrîşên asmanî pêk hatin. Sîwana ewlehiya asmanî ya koalîsyonê li vir parastineke girîng çêdikir, lê bi vê gavê re ev sîwan rabû. Piştî 23 salan, Başûrê Kurdistanê çima hîn jî parastina xwe li ser hêzeke derve bi cih dike? Ev pirs di serê hemû gel de çêdibe. Di nav van 23 salan de dihat xwestin ku Rêveberiya Başûr li ser lingên xwe bisekiniya. Tirsa Hewlêrê ya li hember geşedanan rast e, lê çareserî ne ew e ku DYAyê yan hêzeke din were ewlehiya herêmê biparêze. Çareseriya bingehîn avakirina yekîtiya kurdan e. Geşedanên destpêka sala 2026an nîşan dan ku hem li Başûr, hem li Rojava û hem jî di qada giştî de daxwazeke xurt ji bo yekîtiya Kurdan heye da ku karibin li ser lingên xwe bisekinin.”

Doktrîna Monroe û stratejiya nû ya DYAyê

Sînan Cûdî da zanîn ku piraniya mirovan vê paşvekişînê rasterast bi encamên şerê Îranê ve girê didin, lê belê nexşerêya siyasî ya DYAyê berê dihat zanîn û wiha pê de çû: “DYAyê di sala 2024an de biryara vekişînê dabû. Aslê xwe de ev pêvajo di sala 2011an de dest pê kiribû, lê piştî êrîşên DAIŞê yên di sala 2014an de hat paşxistin. Wekî din, di Belgeya Stratejîk a Ewlehiya Derve ya Amerîkayê ya qanûna 2025an de jî nîşaneyên vê gaveke nû hebûn. Ev guherîn vedigere ser ‘Doktrîna Monroe’ ya dawiya sedsala 19an. Ango DYA dibêje, ‘Em destwerdanên li derveyî erdnîgariya xwe sînor dikin û vegerin ser parzemîna xwe’. Baregehên leşkerî yên DYAyê li herêma Kendavê û Urdunê berdewam dikin. Piştî şerê Îsraîl û Hemasê, hêzên leşkerî li Rojhilatê Behra Spî bi cih bûn. Amerîka zêdetirî 23 sal in li vê herêmê bingeh ava kiriye. Wekî ku nûnerên DYAyê yên Iraq û Sûriyeyê li Romayê diyar kirin; operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞê radiwestin, lê piştgiriya îstîxbaratî dê berdewam bike. Niha hewldana wan ev e ku bipêvin ka şirîkên wan ên herêmî dikarin vê ewlehiyê bidomînin yan na.”

Metirsiya mîlîsên Şîa û armanca wan a li ser statuya Kurdan

Sînan Cûdî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa komên çekdar û mîlîsên Îranê yên li Iraqê û destnîşan kir ku ji salên 2023-2024an ve hewldan hebûn ku komên Şîa, Sûnî û Kurd di bin sîwana artêşa Iraqê de bibin yek, lê ev pêvajo bi temamî bi ser neket û ev yek anî ziman: “Hêza herî xurt di nav van de mîlîsên ser bi Îranê ve bûn. Hinek kom, wekî Esaîb Ehlê Heq, veqetiya û hemû çekên xwe teslîm nekirin. Şertê ku çar ji van koman ji bo teslîmkirina çekan danîn holê pir balkêş e; wan got ‘Heta ku pêşmerge çekên xwe daneynin, em jî çekên xwe nadin.’ Ev yek rasterast nîşan dide ku hedefa wan ne tenê DYA yan Koalîsyon e, armanca wan a sereke Kurd û statuya Başûrê Kurdistanê ye. Stratejiya van koman di du rêyan de dimeşîne yek; Wekî mînaka Hizbullahê li Libnanê, cihê xwe di nav dewlet û artêşa Iraqê de qayîm bikin. Ya duyemin jî; Li herêmên mîna Hewlêr, Kerkûk, Şengal û Mexmûrê wekî hêzeke zextê li hemberî kurdan werin bikaranîn. Bi vê yekê re, hikûmeta Iraqê di navbera xwe û van koman de tengav dibe û ev jî ji bo ewlehiya kurdan xetereyeke mezin ava dike.”

Sê xetên tehdîdê yên li ser Başûrê Kurdistanê

Sînan Cûdî bal kişand ser daxuyaniyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku gotibû “Em bêparastin in û rastî êrİşan tên” û anî ziman ku xetereyên li ser Başûr tenê ji asmanan nayên, di heman demê de sê xetên sereke yên tehdîdê hene û wiha got: “Ya yekemin tehdîda leşkeriye; Îran û komên wê yên çekdar ên bi fûze, sarûx û dronên nûjen êrîş dikin. Ji ber ku Herêma Kurdistanê ne dewleteke serbixwe ye, sîstema parastina asmanî ya serbixwe nîne û girêdayî Bexdayê ye, ku kapasîteya Bexdayê jî di vê mijarê de gelekî sînor e. Duyemîn tehdîda siyasî û hiqûqî; Piştî vekişîna Amerîkayê, Bexda dê hewldanên xwe zêde bike da ku desthilata xwe li ser budçe, moçeyên fermandaran, dahatên petrolê û biryarên Dadgeha Federal ferz bike û Rêveberiya Herêmê tengav bike. Ev tehdîdeke navendperestî û bêdeng e. Ya sêyemîn tehdîda hundirîn û qeyrana siyasî; Nêzîkî du sal in ku Hikûmeta nû ya Başûrê Kurdistanê nehatiye ragihandin. Nakokiyên di navbera aliyên siyasî de xetereyê li ser statuyê kûr dikin. Rêveberiya ku heta niha xwe dispart hêzên derve, heke meşrûiyeta civakî û yekîtiya hundirîn ava neke, dê tewazuna wê xira bibe.”

‘Pêşmerge ji şerê nûjen û dronan re ne hazir e’

Rojnameger Sînan Cûdî bal kişand ser helwesta peyamên berpirsiyarên Başûr û diyar kir ku hevoka “Em bêparastin in” ji bo xîtaba dîplomatîk a ber bi Washingtonê ve ye, lê hevoka “Pêşmerge amade ye şer bike” ji bo piştgiriya moralî ya gelê Başûr û peyamek ji Bexdayê re ye û got: “Pêşmerge di têkoşîna dijî DAIŞê de tecrubeyeke mezin bi dest xist û nêzîkî 1500-1700 şehîd dan. Lê şerê vê serdemê ne şerê eniyan ê sîng bi sîng e; ev şer, şerê dron û sarûxan e. Pêşmerge ji vê pêvajoyê û ji van xetereyên nûjen re ne hazir e. Pirsgirêka herî mezin jî ew e ku hêza leşkerî ya Başûr hîn jî ne yekgirtî ye. Tevî ku Yekîneyên 70 û 80 di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de hatine cem hev jî, aliyek girêdayî YNKê û aliyê din girêdayî PDKê ye. Heke êrîşek li ser Silêmaniyê çêbibe, gelo hêzên Behdînanê dê herin alîkariyê? Yan jî berevajî wê, di êrîşeke li ser Mexmûr û Hewlêrê de gelo hêzên Silêmaniyê dê eniyeke yekgirtî ava bikin? Ev yek nediyar e. Esasê parastinê, parastina cewherî ya gel û yekîtiya neteweyî ye. Mîna salên 2014-2015an ku gerîlayên PKKê û pêşmerge bi hev re li dijî DAIŞê têkoşiyan, îro jî îttîfaqeke wisa di navbera hêzên kurdî de pêwîst e.”

Valahiya deshilatê û xetereya zindîbûna DAIŞê

Sînan Cûdî anî ziman ku DAIŞ ji valahiya desthilatê çêbû û mezin bû û diyar kir ku di pêvajoya îro de jî şert û mercên ku dişibin salên 2013-2014an derdikevin holê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Kerkûk, Diyala, Mexmûr û Şengal herêmên di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de ne. Di van herêman de îhtîmala çalakbûna DAIŞê gelekî bilind e. Bi paşvekişîna Koalîsyonê re çavdêriya asmanî, piştevaniya satelaytan û astengkirina dronan dê kêm bibe. DAIŞ niha şerê hîbrîd bi kar tîne û teknolojiyê dixe xizmeta xwe. Wekî din, piştî geşedanên destpêka sala 2026an û guherîna desthilatê ya li Sûriyeyê, kontrola Kampa Holê û girtîgehên DAIŞiyan radestî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hat kirin û beşek jî ji Iraqê re hat şandin. Lê statu û mehkumiyeta wan nediyar e. Ev tablo rasterast dişibe pêvajoya 2013-2014an. A ku li Kobanê û Şengalê pêşiya DAIŞê girt, ji hêza çekdarî zêdetir rêxistina civakî û yekîtiya gelemperî bû.”

Bandora li ser Rojava

Sînan Cûdî bal kişand li ser bandora vekişîna DYAyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku Rojava berê jî ev ezmûn di sala 2019an û destpêka sala 2026an de jiya ye û nirxandina xwe wiha domand: “DYAyê ragihand ku ew êdî tenê bi dewletên herêmê wek Tirkiye, Iraq, Sûriye, re kar dike. Piştî peymana dawiya meha kanûnê ya 2026an, Rojava ket merheleyeke entegrasyonê. Mazlûm Ebdî berê ragihandibû ku HSD hatiye belavkirin û di nav artêşa Sûriyeyê de cih girtiye. Vekişîna ji Iraqê dê bandorê li ser deriyên sînor ên mîna Sêmalkayê bike û pewendiyên dîplomatîk ên di navbera Başûr û Rojava de teng bixe.”

Girîngiya siyaseta demokratîk û yekîtiya neteweyî

Sînan Cûdî bal kişand ser kûrkirina siyaseta demokratîk û yekîtiya neteweyî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di hilbijartinên 2024an de PDKê 39 û YNKê 23 kursî bi dest xistin. Du sal û nîv derbas bûn lê hikûmet hîn nehatiye avakirin. Ev kriz nîşan dide ku pirsgirêkên navxweyî gelekî kûr in. Rewşa heyî hewcedariyeke lezgîn bi siyaseta demokratîk a li Başûr heye. Beriya sed salî, piştî Peymana Lozanê statuya kurdan hat parçekirin. Pêwîst e em ji dîrokê dersê bigirin; Ewlehiya Kurdan ne li Washington, Tehran, Enqere, Bexda an Şamê ye; ewlehiya Kurdan tenê di Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan re derbas dibe. Dema ku kurd bûn yek, ew dikarin bi hemû dewlet û gelên herêmê re li ser bingehê diyalog û muzakereyên wekhev rûnên û destkeftiyên xwe li ser axa Kurdistanê mayînde bikin.”

 

Etîket: AmerîkaBaşurê KurdistanêDAIŞDYAIraqKoalîsyona Hevpeymaniya Navdewletîrojnameger Sînan CûdîSînan Cûdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

26 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne