Li gorî nûçeya NYTê, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu zextê li Serokê DYAyê Donald Trump dike ku tevlî êrîşa nû ya hewayî ya ji çar heta heft rojan a li dijî Îranê bibe dike.
Li gorî nûçeya New York Times (NYT) ku roja Çarşemê li gorî agahiyên ji rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îsraîlê weşand, Binyamin Netanyahu ji rêveberiya Washingtonê dixwaze ku li gel Îsraîlê beşdarî êrişeke nû ya hewayî ya li dijî Îranê bibe. Tê payin ku kampanya êrişê ji çar heta heft rojan dewam bike.
Di nûçeyê de hate ragihandin ku Donald Trump biryara xwe ya dawî hêj nedaye û agahiyên îstîxbaratê yên nû yên ji Îsraîlê hatine dinirxîne. Hate gotin ku di agahiyên nû de tê îdîakirin ku Îran hewl dide cebilxaneya xwe ya drone û fuzeyan jinûve ava bike û di bernameya çekên kîmyewî-biyolojîk de bi pêş ve çûye. Hate diyar kirin ku Trump her wiha kapasîteya leşkerî ya DYAyê ya li Rojhilata Navîn bi cih kiriye dinirxîne.
Rayedarekî payebilind ê Îsraîlî li dijî nûçeya New York Timesê rabû û îdîa kir ku Netanyahu zext li Trump nekiriye ku destwerdanê bike. Berdevkê Serokwezaretiya Îsraîlê diyar kir ku Netanyahu her tim hewl dide ku ewlekariya Îsraîlê biparêze.
Li gorî New York Timesê, hevdîtinên li ser alternatîfa êrişeke nû ya li ser Îranê hefteya derbasbûyî zêde bûn. Di vê demê de Serokê Mossadê Roman Gofman çû Washingtonê û bi Dîrektorê CIAyê John Ratcliffe re û rayedarên rêveberiya DYAyê re hevdîtin kir. Hate îdîakirin ku şefê îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê Shlomi Binder jî bi hempîşeyên xwe yên Amerîkî re li ser jinûve destepêkirina operasyonên li dijî Îranê nêrîna xwe parve kiriye.













