Hat ragihandin ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di rojên pêş de biçe Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) wê di rojên pêş de biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Heyetê herî dawî 13ê Îlonê serdana Îmraliyê kiribû. Têkildarî serdana nû ku wê piştî 62 rojan pêk were, dem û detayên wê nehate eşkerekirin.













