• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Pervîn Bûldan: Gelê me li benda azadiya Birêz Ocalan û hevdîtina bi wî re ye

Wan / AW

5 ADAR 2026 - 19:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan di bernameyê fitarê ya li Qelqeliyê de axivî û got: “Êdî dema avêtina gavên berbiçav e. Gelê me li benda gavên pratîk û şênber e. Gelê me li benda azadiya Birêz Ocalan û hevdîtina bi wî re ye.”

Şaredariya DEM Partiyê navçeya Qelqeliyê ya Wanê bi boneya Remezanê bernameya fitarê li dar xist û li gel malbatan hat cem hev. Bername li eywanek dawetê pêk hat. Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan, hevserok û rêveberên DEM Partî û DBPê yên wanê, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, hevşaredarên Qelqeliyê, parlementerê Wanê Mahmût Dîndar, endam û reveberên saziyên civakî û gelek malbat tev li bernameyê bûn.

Rêvebera MEBYA-DERa Wanê Emine Ana û hevşaredarên Qelqeliyê Sakine Kutpinar û Ecevit Ceylanci di bernameyê de axivîn.

‘Gihandina silavên Birêz Ocalan ji bo min rûmetek e’

Piştre endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan axivî û got: “Di 16ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû, ‘Hûn herin ku derê silavên min bigihînin gel’. Min silavên Birêz Ocalan ji bo we anîne. Gihandina silavên Birêz Ocalan ji bo min rûmetek e. Em di qonaxeke dîrokî ya pir girîng re derbas dibin. Bi taybetî em spasiya her kesê ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ev sal û nîv e dest pê kiriye de ked dane dikin. Ev pêvajo pêvajoyeke ku demeke dirêj dihat bendewarkirin e, lê gav bi gav gihîştiye astekê û ji niha pê ve têkoşîneke mezin dixwaze. Dema me ev pêvajo da destpêkirin, em li bendê nebû ku kesek hinek tiştan di tepsiyeke zêrîn de bide me. Me dizanibû ku em ê her tiştî bi têkoşîneke mezin bi dest bixin û îro jî em di heman xalê de ne. Em îfade dikin ku em hêviyeke mezin a gihîştina encamekê bi wan êş û berdêlên ku hatine dayîn, dijîn.”

‘Ji niha pê ve bila kes li ser qirkirina gelê Kurd hesaban neke’

Bûldanê da zanîn ku ev pêvajo ne pêvajoyeke wisa ye ku em ê serê xwe li ber kesên vî welatî bi rêve dibin bitewînin an jî ji wan re biat bikin û wiha pê de çû: “Ji destpêka vê pêvajoyê ve em hay ji berdêl, têkoşîn û hemû êşên xwe hene û em dizanin ku di dawiya vê pêvajoyê de aştiyeke bi rûmet dê pêk were. Em dibêjin bila ev rewş ji aliyê kesekî ve xelet neyê fêmkirin. Piştî destpêkirina pêvajoyê li vî welatî gavên pir girîng hatin avêtin. Hem gavên tevgera neteweyî ya Kurd, hem jî ketina dewrê ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan, ji bo astengkirina mirinên li Rojava û ji bo ku gelê Kurd bigihîje asteke bilindtir rê vekir. Ji niha pê ve bila kes li ser qirkirina gelê Kurd hesab neke. Bila kes li ser ziman, nasname û çanda gelê Kurd hesaban neke. Ji ber ku me ziman, çand, vîn û nasnameya xwe bi dayîna berdêlan qezenc kiriye. Ji niha pê ve jî heger berdêlek were xwestin, em ê bidin.”

‘Ev sal û nîv e ku cenaze naçin ber deriyê dayikên Kurd û Tirk’

Bûldanê balkişand ser destketiyên pêvajoyê Ev tişt anîn ziman: “Tiştê ji bo me girîng ew e ku em ketine serdemekê ku mirov jiyana xwe ji dest nadin. Ev sal û nîv e ku dayik nagirîn û cenaze naçin ber deriyê dayikên Kurd û Tirk, ev ji bo me rûmeteke mezin e. Em dixwazin ji niha pê ve bêyî ku windahiyên me hebin, bêyî ku can werin dayîn û hêsir werin barandin, em bigihîjin encamê.”

‘Gelê me li benda azadiya Birêz Ocalan e’

Bûldanê herî dawî behsa Banga Rêberê Gelê Kurd kir û axaftina xwe wiha qedand: “Bangên Birêz Ocalan girîng û bi qîmet in. Banga 27ê Sibatê careke din temînata tiştên ku em ê bikin e. Bi vê bangê re gavên ku bên avêtin jixwe hatine diyarkirin. Êdî dema avêtina gavên berbiçav e. Gelê me li benda gavên pratîk û şênber e. Gelê me li benda azadiya Birêz Ocalan û hevdîtina bi wî re ye. Gelê me li benda guhertina mercên jiyana Birêz Ocalan e. Gelê me dixwaze bi ziman, çand û nasnameya xwe bijî. Gelê me azadiya hevalên me yên di girtîgehan de daxwaz dike. Bila ev cejn bibe wesîle. Ew yasaya ku dê di meclîsê de derkeve, divê bêyî dem windakirin û bêyî rehavetê, bi lez derkeve. Bi vê yasayê re divê gavên ku em hemû li bendê ne werin avêtin. Aştî dê were ser van axan. Dema aştî tê ser van axan, Îrana li cîranê me gelek tiştan bi bîra me dixe. Serketiyê şer nîn e. Li her derê ku Kurd lê dijîn, şitilên aştiyê şîn bûne. Em spasiya Birêz Ocalan dikin ku qîmeta aştiyê bi me da jiyîn.”

Etîket: AzadiBernamefitarOcalanPervîn BuldanQelqelî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pervîn Buldan ji bo dîtina kujerên Buldan, Yildirim û Karay serî li Wezareta Dadê da

Pervîn Buldan ji bo dîtina kujerên Buldan, Yildirim û Karay serî li Wezareta Dadê da

17 TEBAX 2026
Heyeta DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Selahattîn Demîrtaş re daxuyanî da

Heyeta DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Selahattîn Demîrtaş re daxuyanî da

15 TEBAX 2026
‘Piştî vê hevdîtinê divê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk were’

‘Piştî vê hevdîtinê divê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk were’

13 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Mîhrîcana Girê Koxê bi dahol û zirneyan dest pê kir

Mîhrîcana Girê Koxê bi dahol û zirneyan dest pê kir

7 TEBAX 2026
Bernameya Yenî Partî: Tiştên nû jî hene yên kevn jî

Bernameya Yenî Partî: Tiştên nû jî hene yên kevn jî

25 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne