Li navçeyên Qelqelî û Ebexê berfa ewil a salê bariya û her du navçe ji berfê spî bûn.
Li navçeyên Qelqelî û Ebexê yên Wanê berfa ewil a salê lê kir û her du navçe ji berfê spî bûn. Şiliya ku duh şev dest pê kiribû, îro vegeriya berfê û hê jî didome. Midûriyeta Giştî ya Avhewayê hişyarî da welatiyên ku dê bi wesayîtên xwe derbikevin rê û xwest welatî tedbîrên berfê bigirin.
Her wiha duh şev li navçeya Elbakê jî berfê lêkiriye û tê payîn li wir dîsa dest pê bike.














