• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Proses est o zî heqê hepsîyan yenê binpaykerdene

    Girtiyên Apoyî: Êdî ne gotin hewceyî bi gav avêtinê heye

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê MIJDARA 2026an

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

    Baroya Rihayê: Divê rêveberiya Galatasarayê lêborînê bixwaze

    Baroya Rihayê: Divê rêveberiya Galatasarayê lêborînê bixwaze

    Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Proses est o zî heqê hepsîyan yenê binpaykerdene

    Girtiyên Apoyî: Êdî ne gotin hewceyî bi gav avêtinê heye

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê MIJDARA 2026an

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

    Baroya Rihayê: Divê rêveberiya Galatasarayê lêborînê bixwaze

    Baroya Rihayê: Divê rêveberiya Galatasarayê lêborînê bixwaze

    Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtiyên Apoyî: Êdî ne gotin hewceyî bi gav avêtinê heye

Navenda Nûçeyan

8 MIJDAR 2026 - 12:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Girtiyên Apoyî, Tuncer Saglam ê ku di zindanê de jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anîn û gotin ku divê êdî rayedarên dewletê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dev ji gotinan berde û gavên hewcedar biavêje.

Girtiyên Apoyî derbarê pirsgirêkên di zindanan de tên jiyîn û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de daxuyaniyek nivîskî da. Girtiyên Apoyî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku divê demildest Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî werin berdan.

Daxuyaniya Girtiyên Apoyî wiha ye:

“Em wekî girtiyên siyasî yên ku bi salan e ji ber raman, nasnameya xwe ya siyasî û girêdayîbûna xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya gelê me re di zindanan de tên girtin, îro bang li gelê xwe û raya giştî dikin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêbertiya me ve hatiye destpêkirin, guhertin û veguherîneke stratejik e ku avakirina jiyana civakî, têkiliyên siyasî û têgihîştina têkoşînê li ser bingehên demokratîk pêşbînî dike. Derbasbûna ji stratejiya têkoşîna çekdarî ber bi stratejiya civaka demokratîk û siyaseta demokratîk ve, di serî de berpirsiyariyên dîrokî dide ser milê dewlet û desthilatdariyê û hemû aktorên civakî û siyasî. Divê pêngavên berçav ên li gorî ruhê vê pêvajoyê werin avêtin, şert û mercên şer ên borî werin derbaskirin û rê li ber çareseriya demokratîk were vekirin.

Pêkûtiyên li ser zindana nayê qebûlkirin

Lê belê îro neavêtina pêngavên demokratîk û hiqûqî yên ku pêvajo hewce dike, nêzîkatiyeke desthilatdariyê ya mijûlker û dirêjkirina demê, bi taybetî ji bo girtiyên siyasî yên di zindanan de encamên giran û bêveger derdixe holê. Di dema ku behsa civakîbûna aştiyê û vekirina rêya siyaseta demokratîk tê kirin de, pêkutiyên zindanan ên wekî qadên tecrît, cezakirin, ferzkirina poşmaniyê û şikandina vînê, bi cewherê pêvajoyê re bi eşkereyî li dij hev e.

Îro bi sedan hevalên me rûbirûyê pirsgirêkên giran ên tenduristiyê, nexweşiyên pêşketî û şert û mercên ku jiyana wan dixe xetereyê de ne. Derengxistina sewqkirina nexweşxaneyan, astengkirina dermankirina wan û neavakirina şert û mercên mirovî yên ku rewşa wan a tenduristiyê hewce dike, nayê qebûlkirin. Dema ku mafê jiyanê û mafê tenduristiyê di navberê de be, tu hinceteke siyasî, îdarî yan jî ya ewlehiyê nikare vê berpirsiyariyê ji holê rake. Girtina girtiyên nexweş ên giran di zindanan de, tê wateya xistina jiyana wan a di nav xetereyeke eşkere de.

Em sersaxiyê ji malbata Tuncer Saglam re dixwazin

Herî dawî şehadeta hevalê me Tuncer Saglam ê ku li dijî nexweşiya giran a penceşêrê têdikoşiya û tevî hemû şert û mercên zindanê dest ji vîna xwe ya têkoşîna azadî û civaka demokratîk berneda, nîşaneya herî tal a vê rastiyê ye. Jiyana xwe ji destdana wî, careke din nîşan da ku mafê tenduristî û dermankirinê yê girtiyên nexweş, pirsgirêkeke mafê jiyanê ye ku nayê paşvexistin.

Em hevalê me Tuncer Saglam bi vîna wî ya Kurd a azad, bi girêdayîbûna wî ya bi gelê xwe û têkoşîna civaka demokratîk re bi bîr tînin; di şexsê wî de hemû hevalên xwe yên ku di zindanan de şehîd ketine bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin. Di serî de ji bo malbat û xizmên wî, em ji gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin; soza xwe nû dikin ku em ê jiyana wî ya têkoşînê û bîranîna wî di avakirina civaka demokratîk û jiyana azad de bidin jiyandin.

Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk neçar dike ku pirsgirêka girtina siyasî ya heyî ya di zindanan de bi perspektîfa çareseriya demokratîk were nirxandin. Çareserbûna aştiyê di jiyana civakî de, girêdayî avêtina pêngavên berçav e, li wan qadên ku binpêkirinên herî giran ên mafan lê çêdibin.

Divê dawî li sepanên derhiqûqî were anîn

Bikaranîna keyfî ya biryarên înfazê yên ku di pergala hiqûqî ya xwe de hatine pênasekirin, bêparkirina girtiyên siyasî yên ku cezayê xwe qedandine ji azadiya wan bi hincetên cuda yên îdarî, nayê qebûlkirin. Di pêvajoyên berdanê de diyarkirina nirxandinên siyasî, ferzkirina poşmaniyê û polîtîkayên zextê yên ku armanca wan şikandina vînê ye, bi îdiaya demokratîkbûnê re li hev nayê. Tu kes nikare ji ber raman, nasnameya xwe ya siyasî û helwesta xwe ya di têkoşîna demokratîk de girtî were girtin. Di vê çarçoveyê de divê girtiyên nexweş ên giran demildest werin berdan û gihîştina wan a bêşert û merc a ji bo xizmetên dermankirinê û tenduristiyê were mîsogerkirin. Hevalên me yên ku tevî qedandina înfaza xwe nayên berdan werin berdan û dawî li sepanên nehiqqûqî yên di zindanan de were anîn.

Desthilatdarî ji aliyekî ve gotina aştî û çareseriya demokratîk berdewam dike û ji aliyê din ve li dijî vê rastiya giran a di zindanan de berpirsiyariyên xwe bi cih nayne, baweriya civakê ya ji bo pêvajoyê zirarê dibîne. Aştî, tenê bi gotinan pêş nakeve; ew bi avêtina pêngavên berçav ên hiqûqî û siyasî û bi mîsogerkirina maf û azadiyên bingehîn pêş dikeve.

Em li vir bi eşkereyî bang li desthilatdarî û rayedarên dewletê dikin:

Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk tenê di asta gotinê de nehêlin; erka wê bi cih bînin! Pirsgirêka girtiyên siyasî ya di zindanan de bi perspektîfa çareseriya demokratîk binirxînin. Karên dermankirin û berdana girtiyên nexweş ên giran demildest pêk bînin. Bi sepanên keyfî yên înfazê rê li ber azadiya girtiyên ku cezayê xwe qedandine negirin. Dawî li ferzkirinên poşmaniyê, polîtîkayên tecrîtê û sepanên nehiqûqî bînin. Ji bo valakirina zindanan bêyî derengketin pêngavên berçav ên hiqûqî û siyasî bavêjin!
Careke din diyar dikin ku serkeftina Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, tenê bi gotinê bi pratîkê pêkan e. Di serî de azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me, berdana hemû girtiyên nexweş di zûtirîn dem de rojeva vê pêvajoyê ya nayê paşvexistin e.

Li ser vê bingehê, em wekî Girtiyên Apocî, careke din bi bawerî û vîna xwe ya biryardar a ji bo têkoşîna azadî, aştî û civaka demokratîk, ji bo pêkanîna hesreta gelê me ya ji bo aştî, wekhevî û azadiyê, em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Etîket: girtiyên ApoyîGirtiyên siyasî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rengîn Karabûlût: Divê girtiyên siyasî beşdarî jiyana civakî bibin

24 COTMEH 2026
TUHAD-DERa Botanê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

TUHAD-DERa Botanê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

19 COTMEH 2026
Davût Avci piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

Davût Avci piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

11 ÎLON 2026
Girtiyên Apoyî: Şehîdên me hêza zindîker a jiyana azad in

Girtiyên Apoyî: Şehîdên me hêza zindîker a jiyana azad in

24 TEBAX 2026
Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

21 TEBAX 2026
Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Salvegera darbeya 4ê Mijdarê: Vîna jinên têkoşer têk neçû, bi ser ket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne