* Rojnameger Berhem Letîf vekişîna YNKê ya ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê nirxand û diyar kir ku YNK bi bloka Mesûd-Mesrûr Barzanî re li hev nake û got: “PDK dixwaze li çar aliyan serwer be, ev bû sedem ku YNK ji hikûmetê vekişe. Di serdemek ku nakokiyên di navbera PDK û YNKê de hebin, pêkanîna yekîtiyeke neteweyî ya Kurd jî zehmet dibe. Ev nakokî dibe ku statuya Başûr hilweşîne.”
* Parêzer Erhan Çîftçîler derbarê pêvajoyê de axivî û bal kişand ser hişmendiya li dijî Kurdan û diyar kir ku divê pêşî hişmendî bê guhertin û wiha got: “Guhertina qanûnan rê vedike lê belê bi tena serê xwe têrê nake, heta hişmendî neyê guhertin qanûn bi tena serê xwe nagihîje encamekê.”
*Malbata Artuer a ku li bajarokê Bazarcixê ya Qersê dewaran xwedî dikin destnîşan kirin ku ew ji bo bikaribin sewalkariyê bikin di înşaatan de dixebitin û gotin ku her çiqas zehmet be jî ew ji vê jiyanê hez dikin.
*Hunermend, Nivîskar û Lêkolînerê Muzîka Kurdî Mehmet Afşar ê ku bi salan e li ser çand û hunera Kurd xebatên lêkolînê dike, derbarê pirtûka xwe ya bi navê ‘Stranên Botanê bi gotin û notan’ anî ziman ku ew dixwaze bi van xebatên xwe muzîka Kurdî ya hemû herêmên Kurdistanê ya devkî binivîse û bike weke nota.
*Cenazeyê girtiyê nexweş Tuncer Saglam wê li gundê Kolo yê navçeya Qelqelî ya Wanê bê veşartin. (11.00)
*TJA, wê li deriyê sînor ê navçeya Serav a Wanê starta çalakiyên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bide. (13.00)
*TJA derbarê 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî de dê li Tunela Taksîmê daxuyanî bide. (14.00)









