* Endama Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê Cîhan Celo li ser entegerasyona li Şengalê axivî û diyar kir ku di dîrokê de yekem car Êzidî bi fermî tên naskirin û ew aliyekî pêvajoyê ne. Cîhan Celo li ser statuya YJŞê û TAJÊ jî anî ziman ku dê YJŞ weke lîwayek serbixwe girêdayî wezerata hundirîn be û TAJÊ jî ji bo ji hêla fermî ve were naskirin kar û xebatên xwe bidomîne.
* Zekî Çîftçî yê ji TEDAŞê teqawid bûye li navenda Colemêrgê dest bi karê serayê kir û bi ked û destên xwe zerzewatên cur bi cur yên wekî bacansork, bacanreşk, xiyar, bexdenûs, roka hwd. diçîne û pê debara xwe dike.
* Li Qersê û derdorê wê di van salên dawî de nexweşiya tebekê di nav dewaran de gelek belav bûye û zirarekê mezin dide sewalan û xwediyê wan. Beytar Mehmet Nurî Şener destnîşan kir ku gelek cureyên vîrusê hene ku dibin sedema tebekê û wiha got: “Divê beriya nexweşî bigihîje dewaran, divê werin dermankirin.”
* Konferansa Wêje û Aştiyê ya ku ji aliyê PENa Kurd ve tê lidarxistin dê îro bi daxuyaniya li ser navê hemû beşdaran bi dawî dibe. (10:00-19:00)
* Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê dê îro li navenda xwe ya giştî bicive. Axaftina destpêka civînê dê ji hêla Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan ve were kirin. (10:30)
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1128emîn de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixe. (12:00)
* Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHDê yên Amedê, Êlihê, Colemêrgê, Rihayê û Îzmîrê dê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiyên xwe bidomînin. (12:00)
* Komeleya Jinan a Starê li navçeya Geverê ya Colemêrgê dê derbarê tecawîza li dijî zarokekê de meşekê li dar bixe. (14:00)
* Amedspor û Galatatasaray dê di hefteya 11emîn a Lîga Superê de li Rams Parkê werin hemberî hev. (19:00)









