Piştî maça Galatasaray û Amedsporê, parvekirina GS Store ya ku tê de “torbaya zer” dihat bîrxistin bû sedema bertekên mezin. Baroya Riha nerazîbûn nîşan da û got, “Ev nêzîkatiya ku rûmeta mirovahiyê û mafê jiyanê hedef digire nayê qebûlkirin û divê rêveberiya Galatasarayê lêborînê bixwaze.”
Piştî maça di navbera Galatasaray û Amedsporê de, parvekirina hesabê fermî yê GS Store ya ku sembola “torbaya zer” tîne bîra mirovan, di nava raya giştî û medyaya dîjîtal de bû sedema bertekên tund. Li ser vê rewşa nîqaşê, li ser vê yekê Baroya Riha li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek nivîskî weşand û bertek nîşan da.
Di daxuyaniya baroyê de hate destnîşankirin ku parvekirina mijarê bi tu awayî nikare wekî parvekirineke asayî ya reqabeta sporê an jî wekî nêzîkatiyeke masûme ya werzişê bê dîtin. Hate diyarkirin ku ev yek nêzîkatiyeke giran e ku rûmeta mirovahiyê, mafê jiyanê û bîra civakî hedef digire.
Baroya Riha bal kişand ser wateyên dîrokî û civakî yên têgeha “torbaya zer” û diyar kir ku bikaranîna vê sembolê di çarçoveya reqabetê de, xizmeta normalîzekirina tundî û sûcên li dijî mirovahiyê dike. Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê tu carî mafê jiyanê û êşa gelan nebe amûra propagandaya werzişî.
Di dawiya daxuyaniyê de, Baroya Rihayê ev nêzîkatî bi tundî şermezar kir û bang li rêveberiya Galatasarayê kir ku ji raya giştî re lêborînê bixwaze û berpirsiyariyê bigire ser xwe.
Hê jî ji aliyê rêveberiya Galatasarayê ve derbarê mijarê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.













