• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Pêşniyara lêkolînê ji bo muzîka Kurdî

    Pêşniyara lêkolînê ji bo muzîka Kurdî

    Nîhat Bertan piştî 31 salan hate berdan

    Nîhat Bertan piştî 31 salan hate berdan

    TUAY-DERa Sêrtê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

    TUAY-DERa Sêrtê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

    Otomatik taslak

    ‘We bi kîjan hincetên hiqûqî, berdana Zelîha Ustabaşê taloq kir?’

    Şaredara Karabûrûnê ji YENÎ Partiyê îstifa kir

    Şaredara Karabûrûnê ji YENÎ Partiyê îstifa kir

    ‘Heke di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’

    ‘Heke di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Pêşniyara lêkolînê ji bo muzîka Kurdî

    Pêşniyara lêkolînê ji bo muzîka Kurdî

    Nîhat Bertan piştî 31 salan hate berdan

    Nîhat Bertan piştî 31 salan hate berdan

    TUAY-DERa Sêrtê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

    TUAY-DERa Sêrtê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

    Otomatik taslak

    ‘We bi kîjan hincetên hiqûqî, berdana Zelîha Ustabaşê taloq kir?’

    Şaredara Karabûrûnê ji YENÎ Partiyê îstifa kir

    Şaredara Karabûrûnê ji YENÎ Partiyê îstifa kir

    ‘Heke di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’

    ‘Heke di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TUAY-DERa Sêrtê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

Sêrt / AW

19 COTMEH 2026 - 15:33
Kategorî: ROJANE
A A
Komeleya TUAY-DERê ya Sêrtê têkildarî binpêkirina mafan ên li zindanan tên jiyîn û ji bo gavên şênber bên avêtin, li ber Edliyaya Sêrtê daxuyanî da û wiha got: “Daxwaza girtiyên siyasî ew e ku di demek kurt de bigihêjin azadiya xwe.”

Şaxa Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Sêrtê têkildarî binpêkirina mafan ên li zindanan û ji bo ku gavên şênber bên avêtin li pêşiya avahiya Edliyeya Sêrtê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên saziyê, partiyên siyasî yên bajêr, Hevserok û endamên OHDa Amedê û ya Êlihê, Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, TJA, ÎHD û gelek saziyên sivîl ên civakî tev li bûn. Girseyê dowîzên ku li ser wan “Ji girtiyên nexweş re azadî û ji yasaya înfazê re na”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji girtiyên siyasî re azadî” hatibûn nivîsandin hildan. Pankarta “Azadî ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye paşxistin” hilgirtin. Dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Endamê TUAY-DERa Sêrtê Fûat Yildirim ve hate xwendin.

‘Daxwaza girtiyên zindanan azadî ye’

Fûat Yildirim di destpêka axaftina xwe de balê kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got: “Bi bangewaziya birêz Abdullah Ocalan re serdemeke nû dest pê kiriye û hêviyên aştiyê her ku çûye mezintir bûye. Di demeke wiha de, dayik û malbat bi hêvî û baweriyeke mezin li bendê bûn ku deriyên zindanan bê vekirin. Ji bo azadiya girtiyên siyasî kelecan û hêviyeke mezin daye avakirin. Daxwaza girtiyên siyasî ew e ku di demek kurt de bigihêjin azadiya xwe.”

‘Armanc dikin civakê ji nirxên wan dûr bixin’

Fûat Yildirim anî ziman ku mexdûriyetên girtîgehan tevî cezayên girtiyên siyasî qediya ye jî berdana wan li paş dixin û bi şewitandina înfazê re rê li ber azadiya wan digirin û ev tişt anî ziman: “Di serdemeke ku ji bo bihêzbûna siyaseta demokratîk û ji bo aştiya civakî bibe domdar hewldan berdewam dikin. Polîtîkayên şerê taybet ne tenê bi rêbazên leşkerî sînordar in. Armanc dikin ku bi bandorkirina cîhana fikrî, nirxên exlaqî û îradeya siyasî ya civakê re, civakê ji nirxên wê yên resen dûr bixin.”

‘Banga me ji Serokkomar û kesên têkildar re ye’

Di dawiya axaftina xwe de Fûat Yildirim diyar kir ku tiştên diqewimîn nîşan didin ku li girtîgehan her diçe zext hîn girantir dibin û wiha qala şert û mercên zindanan kir: “Disa jî normalkirina vê pêvajoya ku em tê de ne, rêbazeke zêdetir adil û wijdanî ferz dike. Em ji vir, di serî de ji birêz Serokkomar re, ji Wezareta Dadê re û ji sazî û rayedarên dewletê yên têkildar re bangeke eşkere dikin; Pêvajoya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ a ku em tê de ne, di nav hemû gelan û hemû beşên civakê de hêvî, bawerî û biryardariyê mezin dike.”

Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.

Etîket: Girtiyên siyasîji bo girtiyan daxuyanîKomaleya TUAY-DERêTUAY-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Davût Avci piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

Davût Avci piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

11 ÎLON 2026
Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

21 TEBAX 2026
Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

16 TEBAX 2026
Emîne Kaya: Heta hişmendî neguhere, guhertina zagonan têrê nake

Emîne Kaya: Heta hişmendî neguhere, guhertina zagonan têrê nake

15 TEBAX 2026
Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

13 TEBAX 2026
TUAY-DERê kongreya xwe li dar xist: Em ê bi Serok Apo re serbikevin

TUAY-DERê kongreya xwe li dar xist: Em ê bi Serok Apo re serbikevin

8 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne