Şaredara navçeya Karabûrûn a Îzmîrê Îlkay Gîrgîn Erdogan ji YENÎ Partiyê îstifa kir û ragihand ku wê ji niha û pê ve kariyera xwe ya siyasî bi awayeke serbixwe berdewam bike.
Şaredara navçeya Karabûrûnê ya Îzmîrê Îlkay Gîrgîn Erdogan serê sibê bi hin endamên meclisa şaredariyê re hat cem hev û biryara xwe ya îstifayê bi wan re parve kir. Îlkay Gîrgîn Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî daxuyaniyek belav kir û wiha îstifaya xwe ya ji YENÎ Partiyê ragihand: “Di jiyana min a siyasî de di kîjan peywirê de bim, ji bo min her dem tişta pêşîn xizmeta ji bo Karabûrûn û welatiyên me bûye. Piştî nirxandinê, min biryar da ku ez ji endametiya YENÎ Partiyê îstifa bikim. Ev biryara min nayê wê wateyê ku dilsoziya min a bi Karabûrûnê re yan jî berpirsiyariya min a li hemberî welatiyên me diguhere. Ez ê wekî Şaredara Karabûrûnê peywira xwe bi awayeke serbixwe berdewam bikim.”













