Avdel Sayin ku nû ji girtîgehê derketiye, da zanîn ku tevî pêvajoyê jî binpêkirinên mafên girtiyan didome û got: “Mafên me yên wekî rojname, pirtûk û hevdîtinên malbatê bi temamî dihatin astengkirin û malbat dihatin mexdûrkirin.”
Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê binpêkirina mafên girtiyan didomin. Girtîgehên Ewlekariya Bilind di demên dawî de bûne cihê navenda binpêkirinên mafên girtiyan û bi pêkanînên kêfî di rojevê de ye. Avdel Sayin ku nû ji girtîgehê derketiye, di sala 2006an de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” tê binçavkirin û 3 mehan di girtîgehê de dimîne. Piştre li derve tê darizandin û di sala 2009an de jî ceza li wî tê birîn. Cezayê wî di sala 2016an de ji aliyê dadgeha bilind ve tê pejirandin û di sala 2021an de jî tê girtin. Ew di Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê û Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Sulucayê ya Edeneyê de dimîne. Di 25ê Îlona 2026an de cezayê wî qediya û hate berdan.
Avdel Sayin ku ev 19 roj in ji girtîgehê derketiye, derbarê pirsgirêkên di girtîgehan de û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî.

Mafên girtiyan yên jiyanî tên astengkirin
Avdel Sayin diyar kir ku ew di sala 2021an hatiye girtin û heta 2024an li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê dimîne. Avdel Sayin diyar kir ku ew 2024an de sirgûnî Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Sulucayê ya Edeneyê tê kirin û wiha got: “Ez 18 mehan li girtîgeha Edeneyê mam. Piştî ku me birin wê derê, rojê tenê saetekê destûr dihat dayîn ku em derkevin hewa standinê. Şert û merc li wê derê gelekî zehmet bûn. Mafên me yên wekî rojname, pirtûk û hevdîtinên malbatê bi temamî dihatin astengkirin û malbat dihatin mexdûrkirin. Ev pêkanîn hê jî didomin.”
‘Pêvajo ji bo gelê Kurd serkeftineke mezin e’
Avdel Sayin bal kişand ser destpêkirina pêvajoya nû û destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo Gelê Kurd gaveke dîrokî ye û wiha pêde çû: “Dema ku ez hatim sirgûnkirin, pêvajoyeke nû dest pê kiribû û ji nû ve axaftinên Serokatî gihîştibûn asteke girîng. Ev rêya nû ya ku derketiye holê, ji bo gelê Kurd serkeftineke mezin e. Têkoşîna ku heta îro hatiye kirin, hatiye asta azadiyê. Ev model û têkoşîn ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû neteweyên cîhanê jî mînakeke nû û girîng e.”
‘Divê pêvajo bi awayekî rast bê vegotin’
Avdel Sayin bal kişand ser têkiliyên gelên herêmê û rola ciwanan a di vê pêvajoyê de û bang li hemû saziyan Kurd, Tirk, Ereb û Fars kir ku xwedî li pêvajoyê derbikevin. Avdel Sayin destnîşan kir ku erka hemû civakê ye ku xwedî li pêvajoyê derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ked û berxwedaneke gelekî mezin hatiye dan, lê mixabin ev pêvajo hê jî di nav ciwanan û civakê de baş nehatiye fêmkirin. Divê civak bê birêxistinkirin. Ne tenê saziyên Kurdan, divê saziyên dewletê jî vê pêvajoyê bi awayekî rast bînin ziman. Heke ev pêvajo rast neyê fêmkirin, dikare encamên nebaş bi xwe re bîne. Yên ku fêm dikin divê şîrove bikin û ji civakê re bêjin.”












