Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, bi rojeva pêvajoya Aştî û Civaka Demokratik û geşedanên dawî civiya.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li Navenda Giştî ya partiyê civiya. Hat zanîn ku dê di civînê de geşedanên dawî yên derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û siyasetê de, Kordînasyona Bêçêkbûn û Stratejiyê ku Abdullah Ocalan dê kordîneya wê bike û nîqaşên li ser peywîrê, daxuyaniya dawî ya Rêveberiya Tevgera Azadiyê û peywîra Meclisê, gavên divê bên avetin, piştî avabûna Komîsyona Çavderiyê rola Meclisê, gendeliya fonan û divê çi bê kirin, zextên li ser muxalefetê û çapemeniyê û plansaziya 15 rojan dê nîqaş bên kirin.













