Li navçeya Maltepê ya Stenbolê duh 3 qatên ewil ê avahiyeke 7 qatî hilweşiyabû, gelek kes di bin kavilan de mabûn. 5 kesên ku di bin kavilan de mabûn jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Maltepê ya Stenbolê duh 3 qatên ewil ê xaniyeke 7 qatî hilweşiya. Piştî ku avahiya hilweşiya gelek kes bi serê xwe ji apartmanê derketin û welatiyên di malên xwe yên her sê qatên ewil de bûn, di bin kavilan de man. Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê, agirkujiyê û AFADê çûn li cihê bûyerê û dest bi xebatên rizgarkirina kesên di bin avahî de mane kiribûn. Walîtiya Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku xebatên lêgerînê bi dawîbûne. Li gorî agahiyan Walîtiya Stenbolê 14 kes di bin kavilan de hatine derxistin, 4 kes li cihê bûyerê kesek jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Bi giştî 5 kes jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî agahiyên Walîtiyê 3 avahiyên derdorê jî bi rîska hilweşandinê hatine valakirin. Dozgeriya Komara ya Anadolû Stenolê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. Avahîsaz û pisporê şantiye yê avahiyê hatine binçavkirin.













