Riha- Rojnameger Zinar Yildiz derbarê tevlîhevî û provakasyonên dawî yên li Hesekê û Rojavayê Kurdistanê de axivî û bal kişand ser hewldanên aliyên ku peymana entegrasyonê binpê dikin û diyar kir ku armanca wan bingehîn tevlîhevî, kûrkirina şerê navxweyî û ferzkirina teslîmiyetê ye.
Piştî Peymana 29ê Çileyê ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hate îmzakirin, Rojavayê Kurdistanê ket qonaxeke nû ya siyasî û leşkerî. Ev peymana ku di bingeha xwe de entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser û tevlibûna di nav dewleta Sûriyeyê de armanc dike, di heman demê de li ser axa herêmê mudaxileyên gelekî hesas û aloziyên nû jî bi xwe re tîne.
Herî dawî jî van rojan li bajarê Hesêkê hin bûyerên provakasyonê rû didin. Tevî hemû hewldanên provakasyonê yên ku xwestin li bajarê Hesekê bên kirin jî, plana afirandina aloziyê ji aliyê gel û hêzên ewlehiyê ve hat pûçkirin.
Rojnameger Zinar Yildiz yê ku bi salan e li Rojavayê Kurdistanê rojnamegeriyê dike û geşedanên li Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne, derbarê rewşa dawî ya li Hesekê de û lîstikên hêzên herêmî û amadekariyên siyasî yên nû ji ajansa me re nirxand.
‘Dewleta Tirk û Şam feraseta teslîmiyetê ferz dike’
Rojnameger Zinar Yildiz di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser mutabakata civakî ya bajarê Hesekê û wiha got: “Hesekê herêmeke gelekî hesas e. Gelên herêmê yên mîna Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî, Çerkez û Tirkmen di nav hev de dijîn. Piştî peymana navbera HSD û Şamê de, pêvajoyeke entegrasyonê dest pê kir. Li gorî vê peymanê tê payîn ku hêzên HSD û Rêveberiya Xweser ku 15 sal in vê herêmê bi rê ve dibin, tev li saziyên dewletê bibin û temsîla xwe û gelên herêmê li Şamê nîşan bidin. Lê belê aliyên ku vê entegrasyonê naxwazin hene. Nêzîkatiya dewleta Tirk û ya hikûmeta Şamê li ser bingeha teslîmiyetê ye. Bêyî ku bi fermî bibêjin jî, di pratîkê de helwesta ‘hûn têk çûn, îhtiyaca me bêtir e, îradeya xwe teslîm bikin’ nîşan didin. Di aliyê îdarî, ewlehî û şaredariyan de bi rêbazên cur bi cur dixwazin îspat bikin ku Rêveberiya Xweser nikare herêmê bi rê ve bibe da ku teslîmiyetê li ser herêmê ferz bikin.”

‘Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye’
Zinar Yildiz bal kişand ser destwerdana hêzên herêmî û navneteweyî û destnîşan kir ku armanca van destwerdanan kûrkirina şerê navxweyî ye û ev yek anî ziman: “Armanca yekemîn ferzkirina teslîmiyetê be jî, armanca duyemîn derxistina şerê navxweyî di navbera Kurd û Ereban de ye. Hêzên herêmî û derve xwesteka tevliheviyê bi kar tînin. Hêzên mîna dewleta Îsraîl, Îran û dewleta Tirk dixwazin vê herêmê tevlihev bikin da ku bibêjin ‘li herêmê îstîqrar çênabe’. Di heman demê de hikûmeta Şamê jî dixwaze Kurd muhtacî wan bibin. Li qadê jî bermahiyên DAIŞê ku berê ji aliyê dewleta Tirk ve dihatin piştgirîkirin û komên çete valahiya heyî bi kar tînin û van tevliheviyan xurt dikin.”
‘Provokasyona li pişt nimêja Înê’
Zinar Yildiz hûrgiliyên provokasyonên li Bajarê Hesekê yê ku roja Înê û piştî nimêja Înê qewimîn vegot û diyar kir ku hewldanên afirandina aloziyê ne tesadufî bûn û wiha pê de çû: “Roja Înê piştî nimêjê xwestin provokasyoneke mezin çêbikin. Xwestin biddin nîşandan ku ‘gel ji mizgeftê derketiye û berê xwe dide saziyên Rêveberiya Xweser’. Armanca wan ew bû ku zextê li saziyên entegrekirî bikin, hêzên ewlehiyê êrişî wan bikin û bi vî rengî bûyerê mezintir bikin. Lê rastî ne ev bû; kesên daketin qadê kesên ji Serêkaniyê û Dêrazorê anîn bûn. Wêne û vîdyoyên wan derketin ku ev kes ji aliyê Şamê ve li navçeyên Ereb mîna Şedadê û Holê hatine erkdarkirin. Wan berê xelkê da saziyan. Gelek caran provokasyonên bi vî rengî hat kirin lê encamê negirt. Xelkê Hesekê guh neda van provokasyonan. Ew kesên ku wek grubeke biçûk man, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin an jî bêbandor hatin hiştin.”
Hewldanên şexsî yê tirsandinê
Zinar Yildiz anî ziman ku hewldanên tirsandinê di asta bûyerên şexsî û grûban de jî berdewam dikin û wiha axivî: “Li Dêrikê mamosteyek hat revandin û kuştin. Li ser rêya Qamişlo û Hesekê komên diziyê derdikevin pêşiya wesayîtan, pere û wesayîtên xelkê digirin. Van bûyeran wek bûyerên adlî nîşan didin, lê bingehê wan ew e ku bêjin ‘Rêveberiya Xweser û hêzên ewlehiyê nikarin herêmê biparêzin’ da ku xelkê aciz bikin. Dîsa jî tevî van tiştan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn kontrola rêya stratejîk a M4 kirine destê xwe û du roj in li ser vê rêyê tu pirsgirêk çênebûye. Ez dikarim bêjim ku niha li bajarê Hesekê û li herêmê rewş hîn aramtir e.”
‘Amadekariya avakirina tevgerek nû ya siyasî tê kirin’
Zinar Yildiz di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser valahiya temsîliyeta siyasî û xebatên ji bo qonaxa nû û wiha got: “Wek tê zanîn hevdîtinên Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed ên li gorî erkdarkirina wan li Şamê berdewam dikin. Ji aliyê Kurdan ve piştî erkdarkirina Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed wek valatiyekî siyasî, yanî wek muxatabiyê derket. Ji ber ku her du aktorên siyasî di nava rêveberiya Şamê de cihê xwe girtin e. A niha di gelek aliyan de lawaztî hene, daxwazên gelê Kurd bicih nayên, di warê siyasî de pêşengtiyeke lawaz heye. Ev yek ji aliyê Mazlûm Ebdî ve jî beriya erk bigire dihat ziman û digot ’em ê hereketeke siyasî ava bikin ku bikaribe daxwazên herêmê temsil bike û li gorî vê siyasetê bikin’. A niha amadekariyên aktorekî nû yê siyasî ku daxwazên herêmê temsîl bike hene. Di nav vê mehê de PYD dê kongreya xwe ya awarte çêbike. Her wiha amadekariya hêzeke siyasî ya nû ku hemû gelên herêmê temsîl bike tê kirin. Tê payîn ku di meha Mijdarê de ev xebat bi encam bibe. Ev tevgera nû ya siyasî dê ne tenê daxwazên Kurdan, daxwazên Suryan û eşîrên Ereban ên ku piştgiriyê didin Sûriyeya demokratîk jî temsîl bike.”












