Diyar Koç ê ku di dema xwepeşandanên li dijî êrişên ser Rojava de hatibû girtin, ji aliyê nîjadperastan hedef hatibû nîşandayîn. Daxistina ala Tirk a li ser sînor xistibûn stûyê Diyar Koç ku îşkence lê hatibû kirin. Di danişîna duyemîn a doza Diyar Koç de şahidê dozê leşkerê bi navê M.B., diyar kir ku Diyar Koç alê danexistiye.
Diyar Koç ê ku di dema xwepeşandanên êrişên li ser Rojava de li ser Sînorê Nisêbînê û Qamişlo di 20ê Çileyê de ji aliyê leşkeran ve bi hovîtî îşkence lê hatibû kirin û hatibû binçavkirin li ser hedef nîşandana “Wî ala Tirkiyeyê daxistiye xwarê” bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê kiriye” û “ketina qada leşkerî binpê kiriye” hatibû girtin. Diyar Koç di binçavan de jî bi îşkenceyek giran re rû bi rû mabû û ew rakiribûn nexweşxaneyê û çend roj di nexweşxaneyê de mabû. Diyar Koç tevî hê birînên wî baş nebûn jî wî birin Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê. Diyar Koç piştî 6 mehan di danişîna yekemîn a dozê de hatibû berdan.
Danişîna duyemîn a dozê li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Diyar Koç û parêzerê xwe Ridvan Kurt ji Colemêrgê bi rêya SEGBÎSê beşdarî danişînê bûn û şahidê nepen jî li eywana danişînê ya Mêrdînê amade bû.
Danişîn bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Diyar Koç di parastina xwe de diyar kir ku ew parastina xwe ya berê dubare dike û tiştek lê zede bike tune ye.
Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat
Piştre jî şahidê dozê M.B., ku bi xwe leşker e û di heman demê de ev leşker îşkenceyê li Diyar Koç kiribû. M.B., di dozê de axivî û diyar kir ku Diyar Koç ala Tirk ji dîrekê danexsitiye û al ji aliyê Rojava ve hatiye daxistin.
Piştî axaftin û parastinan heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê biryar da ku şertê kontrola adlî derbarê Diyar Koç de berdewam bike û danişînek din taloqî 22yê Kanûnê-Kanûna Pêşîn kir.













