• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Navenda Nûçeyan / AW

12 ÎLON 2026 - 11:20
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Qetilkirina şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî (Samî Şeyhmus Heso) ku ji aliyê komên çete ve hatibû revandin, li seranserê Rojavayê Kurdistanê bû sedema raperînê. Xwenşandanên li Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Amûde, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa û Dirbesiyê dest pê kiribûn, şeva borî li bajarê Kobanê veguherî pevçûnan. Di encama pevçûn û şewata li Girtîgeha Kobanê derketî de hat zanîn ku 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 18 kes jî birîndar hene. Hewildana ketina baja ya hêzên rejîmê rastî mûdaxaleya Hêzên Asayîşa Kobanê û gel hat. Ligel ku hêzên Şamê şandîn bajar vekişiyan jî rageşiya li bajar berdewam dike û fikarên li ser ewlehiya giştî ya herêmê derxist asteke xeternak.

Ji ber polîtîkayên rejima Şamê û hewildanên Tirkiyeyê pêvajoya entegrasyonê ya li Rojavayê Kurdistanê bi qeyran û xeteriyan re rû bi rû ye. Pêşketinên di rojên dawî de li Rojavayê Kurdistanê pêk tên, asta xeteriya polîtîkayên Şam û Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê derxistin asteke nû. Qetilkirina şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî (Sami Şeyhmus Heso) ku ji aliyê komên çete ve hatibû revandin, li seranserê Rojavayê Kurdistanê bû sedema raperîneke mezin. Di nava sê rojên dawî de xwenşandanên ku li Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Amûde, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa û Dirbesiyê dest pê kiribûn, şeva borî li bajarê Kobanê veguhastin rûbirûbûn û aloziyeke giran. Bi êrişên tund ên hêzên rejî Şamê yên li ser xwepêşanderan û derketina şewatê li Girtîgeha Kobanê, fikarên li ser ewlehiya giştî ya herêmê derxistin asteke xeternak.

Gel, Şam û Tirkiyeyê sûcdar dike

Pêvajoya aloziyê bi revandin û qetilkirina Sîpan Hiznî re gav bi gav kûr bû û hemû bajarên Kurdan girtin nav xwe. Di 9ê Îlonê de li Hesekê, Dirbesiyê û Amûdeyê bi hezaran kes daketin kolanan û ji bo girtina kujeran bang kirin. Di 10ê Îlonê de pêla xwenşandanan berfirehtir bû. Li Qamişlo, li Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê û Çilaxayê Meclîsên Înisiyatîfa Gel û welatî rabûn ser piyan û daxuyaniyên tund dan. Di daxuyaniyan de polîtîkayên rejîma Şamê û lîstikên dewleta Tirk hatin destnîşan kirin. Welatiyan qetilkirina Hiznî ne wekî bûyerek ferdî lê wekî polîtîkayên li dijî Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd pênase kirin.

Kobanê bersiv da lîstikan

Ligel bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê li Kobaniyê jî gel daket qadan. Gel li Qada Jina Azad civiya û berteka xwe anî ziman. Ligel hewildanên Hêzên Asayîşa Kobaniyê jî endamên asayîşa giştî ya Şamê ketin nav provokasyonan û hewildan bi gaza îsotê mûdahaleyî gel bikin. Li ser bersivdayîna girseyê pevçûnan dest pê kir û li tevahiya bajar belav bû.

Rejîmê xwest hêzên xwe bixe Kobanê

Li ser zêdebûna bûyeran rejîma Şamê xwest ku bi boneya gengaşiyê hêzên ji Helebê şandîn bixe bajar. Her wiha di heman demê de li bajar qedexeya derketina ji derve jî îlan kir. Her wiha xwest ku kesên di bûyeran de ji hêla asayîşê hatine binçavkirin jî sewqî helebê bike. Lê ev hewildana Şamê rastî bertekek xurtir a gel hat. Li ser ketina komên asayîşa giştî ya ji Helebê hatî di navbera Asayîşa Kobaniyê û hêzên Şamê şandin de jî rageşî derketin.

Di şewatê 8 kes jiyana xwe ji dest da

Di heman demê de li Girtîgeha Kobaniyê li dijî hewildana sewqkirina binçavkiriyan wekî protesto şewat hate derxistin. Di encama şewatê de li gorî agahiyan heta niha herî kêm 8 kesan jiyana xwe jidest dan, 18 kes jî birîndar bûne. Kesên birîndan rakirina nexweşxaneyên li Kobaniyê û dest bi tedawiya wan hate kirin. Hate zanîn ku rewşa hind kesên ji dûkelê bandor bûyîn, giran e û tedawiya wan didome.

‘Bûyer bêyî destûra Şam û Tirkiyeyê çênabin’

Çavdêrên siyasî yên Rojava destnîşan dikin ku belavbûna van bûyeran a li hemû bajarên Kurdan encama planeke kûr û piralî ye. Aliyê yekem şaneyên veşartî yên ser bi Şamê bi alîkariya Tirkiyeyê ku dixwazin kîn û dijberiyê di navbera pêkhateyên Kurd û Ereb de geş bikin û vê yekê ji bo çewisnadina Rojavayê Kurdistanê bikarbînin. Li gorî çavkaniyan Şam û Tirkiye hewil didin ku bi van hincetan hêzên Şamê zêdetir bixin bajarên Rojavayê Kurdistanê. Hewildana anîna hêzên nû ji bo Kobaniyê jî wekî provaya vê rewşê tê dîtin û nirxandin.

Li Kobanê rewşa awarte didome

Li Kobaniyê her çiqas rewş li gorî şevê din hinek aram be jî rageşiya li bajar didome. Hate zanîn ku hemû kesên duh hatibûn binçavkirin di seatên şev de serbest hatin berdan. Hêzên ji Helebê hatine şandin ji bajar veqetiyan û endamên xwe yên di encama bûyeran de birîndar bûne jî veguhestin Helebê. Karmendên girêdayî Şamê li bajar heyîn jî vekişiyane cihên xwe.

Dermankirina birîndaran didome

Tedawiya kesên duh hem di bûyeran de hem jî di şewatê de bandor girtîn didome. Hate zanîn ku piraniya birîndaran piştî tedawiya ewil ji nexweşxaneyan derketin. Tedawiya kesên rewşa wan hinek cidiye jî didome.

Dê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane merasîm bê kirin

Tê payîm ku ji bo kesên di encama bûyeran de jiyana xwe ji dest dane merasîm bê pêk anîn. Ji bo merasîma cenazeyan amadekirî li bajar didomin û çav li rê ye ku bi deh hezaran kes cangoriyên xwe bisipêre axê.

Gel li benda cezakirina kujeran e

Li bajarên mîna Qamişlo, Hesekê, Dêrik û Dirbesiyê xelk li benda helwesteke zelal û cezakirina yekser a kujeran e, lê li Kobanê qedexeya derketina derve û rewşa lezgîn berdewam dike. Ligel zêdebûna bûyeran jî heta niha hêj li ser navê Hikûmeta Demkî ya Şamê daxuyaniyek heta hatiye dayîn. Ev yek jî berteka gel a li dijî rejîma zêdetir dike.

Ji bo girtina kujeran operasyona binçavkirinê

Hate ragihandin ku îro di seatên sibê de ji bo girtina kujerên Sîpan Hiznî û çeteyên li herêmê nijadperestiya li dijî Kurdan sor dikin, operasyonên binçavkirinê hatine destpêkirin. Hate angaştin ku di vê çarçoveyê de hêzên asayîşê di ser gelek gundan de girtine.

Etîket: 18 birîndar8 mirîÇeteîşkenceKobanê Sîpan HiznîRaperînrevandinRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026
‘Li ber çavên welatiyan îşkence li girtî kirin’

‘Li ber çavên welatiyan îşkence li girtî kirin’

20 TEBAX 2026
Li Fîskayayê mobese tenê çete û bikaranîna tiryakê nabînin!

Li Fîskayayê mobese tenê çete û bikaranîna tiryakê nabînin!

5 TEBAX 2026
Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne