Beriya merasîma rakirina ala Sûriyeyê ya li Qada Aştiyê ya Hesekê, komeke êrişên sembolên Kurdî kirin, zirarê dan amûrên li qadê û hewl dan êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bikin.
Li Qada Aştiyê ya li navenda bajarê Hesekê, beriya destpêkirina merasîma rakirina ala Sûriyeyê tevlihevî derket. Li gorî nûçeya ajansa ANHAyê ji herêmê hatine wergirtin, komeke kesan beriya merasîma ku ji aliyê aliyên peywendîdar ve dihat amadekirin, hewl dan aramiya qadê xera bikin.
Zirar dan tabelayên pirzimanî û kamerayan
Medyaya herêmî ragihand ku hejmarek kesan êrişî sembolên Kurdî yên li qadê kirine. Di bûyerê de tabelaya ku navê qadê bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî li ser nivîsîbû hat xerabkirin û kamerayên çavdêriyê yên ewlekariyê hatin şikandin. Her wiha hewldana êrişê li dijî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku li herêmê tedbîrên ewlehiyê digirtin jî hate kirin.
Bi temamkirina amadekariyên merasîmê re, ji bo parastina ewlehiya sivîlan Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dora qadê belav bibûn. Di heman demê de hat destnîşankirin ku li ser torên civakî û medyaya dijîtal jî li dijî sembolên Kurdî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên tev li artêşa Sûriyeyê bûne, kampanyayeke reşkirinê hatiye destpêkirin.
‘Dê derbarê binpêkiran de biryarê qanûnî bên girtin’
Hêjayî bîrxistinê ye ku Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê berê bi biryarnameyeke hişyarî dabû. Di biryarnameyê de daxwaza pabendbûna bi rêgezên kombûnê dihat kirin, rakirina çekan û bikaranîna fîşekên hewayî di merasîman de dihat qedexekirin. Fermandariyê dabû zanîn ku kesên van rêgezan binpê bikin dê derbarê wan de biryarên qanûnî bên pêkanîn.















