• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Rojava meşa piştgiriya YPJê: Em rejîma vîna jinê nas nake qebûl nakin

Navenda Nûçeyan / AW

31 GULAN 2026 - 15:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di meşa ku li Qamişlo û Hesekê ji bo piştgiriya YPJê hate lidarxistin de, helwesta Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya li hemberî jinan hate şermezarkirin û peyama “Em rejîma vîna jinan nas nake, qebûl nakin” hate dayîn.

Di çarçoveya qampanyaya navneteweyî bi navê “Em Hemû YPJ ne” de, ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re û naskirina statûya wê li Qamişloyê meşek hate lidarxistin. Gelê Qamişlo, Dêrik û Tirbespiyê, bi dehan şervan û fermandarên YPJê, rewşenbîr û nûnerên rêxistinên jinan tevlî meşê bûn. Meşa ku ji Çerxerêya Sonî dest pê kir, li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê. Li vir Endama Koordînasyona Kongra Starê Gulîstan Gulo axivî û silav da rêxistinên ku li Ewropayê piştgiriyê didin pêngavê.

‘Hikûmeta Demkî vîna jinan paşguh dike’

Gulîstan Gulo, bertek nîşanî nêzîkatiya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê da û wiha got: “Me 14 salan ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û rûxandina rejîma Baasê ya welat wêran kir û mafên jinan binpê kir, têkoşîn meşand. Hikûmeta Demkî zextan li ser jinan zêdetir dike, rol û vîna wan paşguh dike. Meclisên Gel ên ku çend roj berê hatin avakirin, ji vîna gel û jinan gelekî dûr in. Em van biryar û nêzîkatiyan qebûl nakin.”

‘Em jî rejîmê qebûl nakin’

Gulo destnîşan kir ku li şûna Hikûmeta Demkî spasiya YPJê bike, wê nas nake û wiha dewam kir: “Hikumeta demkî, li şûna ku spasiya YPJ’ê bike û wan xelat bike, dibêje ku ew YPJa li dijî DAIŞê şer kiriye û bedel daye nas nake. Em jî diyar dikin ku em vê rejîmê qebûl nakin û ew nikare nûnertiya civaka me û jinan bike.”

‘Mafê jinan wê di destûra nû de bê mîsogerkirin’

Piştre ji fermandarên YPJê Rohilat Efrîn axivî. Efrînê destnîşan kir ku wan soza xwe ya parastina xakê ya ku roja destpêkê dabûn şehîdan û malbatên wan bi cih aniye. Efrînê diyar kir ku çalakiyên ku ji bo piştgiriya pêngavê tên lidarxistin cihê serbilindiyê ne û anî ziman ku ev ne tenê meşek e, ev li hemberî bêedaletî, newekhevî û pêkhateyên ku dixwazin hêzeke pêşeng di nava tarîtiyê de bihêlin, helwestek e.

‘Pêşketin dê bi têkoşênê pêk bê’

Fermandar Rohilat Efrîn bang li tevahiya gel kir ku li hemberî vê zîhniyetê serî netewînin û got: “Dema ku Komara Sûriyeyê nû hate avakirin, mafê jinan ê perwerde, rêveberî û cihgirtina di saziyan de hebû. Ev ne tiştekî nû ye, berê jî pêk hatiye û wê niha jî dewam bike. Jinên Sûriyeyî di nava artêşê de jî cihê xwe girtibûn. Ji ber vê yekê em radigihînin ku mafên jinan wê di destûra nû ya Sûriyeyê de bên mîsogerkirin û ev yek jî wê bi têkoşîna jinan û civakê pêk were.”

Piştî xwendina helbestan a ji bo piştgiriya YPJê, meş bi diruşmeyên “Bijî YPJ” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Hesekê

Bi heman armancî bi sedan şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê, koçberên Serêkaniyê yên li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê jî ji bo piştgiriya YPJ‘ê meşek li bajarê Hesekê li dar xist.

Meş bi pêşengiya Kongra Star ji Çerxerêya Kevokê ya taxa Til Hecer dest pê kir û heta ber bi Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî domiya. Di meşê de alên YPJ‘ê hatin hildan, pankart hatin vekirin û dirûşmên ‘Bijî berxwedana YPJ‘ê’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘YPJ‘ê hebûn, rûmet û nasnameya me ye’ hatin berzkirin.

Meş li Çerxerêya Şehîd Serhed veguherî mîtîngê. Li vir deqeyek rêz hat girtin, piştre berdevka YPJ‘ê Rûksen Mihemed axivî.

Rûksen Mihemed diyar kir ku YPJ li ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ava bûye û wiha got: “YPJê ku xwe dispêre îradeya azad, ji hemû jinan re bûye stargeh.”

Rûksen Mihemed destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin, pirrengiya civaka Sûriyeyê nîşan daye, çanda xweparastinê di nav jinan de xurt kiriye û got ku dê têkoşîna azadî, edalet û wekheviyê bidomînin.

Ji rêveberên Meclisa Kongra Star  a bajarê Til Temirê Senaa Tamir jî anî ziman ku aramiya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêdayî rola pêşeng a jinan di sepandina rêgezên wekhevî, azadî û mafên jinan de ye û xwest rola jinan di avakirina artêşê de çalak be.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina YPJ‘ê bi dawî bû.

Etîket: Hesekêmeşa ji bo YPJêQamişloYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
YPJ hebûn û nasnameya hemû jinan e

YPJ hebûn û nasnameya hemû jinan e

16 HEZÎRAN 2026
Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

14 HEZÎRAN 2026
Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

11 HEZÎRAN 2026
Dê bi dirûşma ‘Em hemû YPJ ne’ li kolanan bin

Dê bi dirûşma ‘Em hemû YPJ ne’ li kolanan bin

11 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (28)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne