Qamişlo – Girê Moza yê li nêzî bajarê Qamişloyê, bi kûrahiya xwe ya dîrokî û qatên medeniyetên kevnar ên ku di nava xwe de dihewîne, balê dikişîne ser girîngiya parastina dîrok û çanda li herêmê.
Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ku di nava Mezopotamyaya Jorîn de cih digire, bi xaka xwe ya berhemdar û çavkaniyên avê ji demên berî dîroka nivîskî ve ji bo jiyanê bûye navendekî stratejîk. Di nav vê tabloya dewlemend de, Girê Moza wekî yek ji girên arkeolojîk û kevnar ên herî girîng ên herêmê derdikeve pêş.
Qatên medeniyetê û xweseriya erdnîgariyê
Girê Moza ku li derdora Qamişloyê ye, di çavkaniyên herêmî de jî wekî “Girê Moza” ji tê binavkirin. Ev girê kevnar ê çandiniyê û rûniştinê, mîna gelek girên din ên herêmê, bi hezaran salan li ser xirbeyên medeniyetên li pey hev hatine avakirin. Lêkolîner diyar dikin ku di bin vî girî de qatên demên cuda yên dîrokî, ji serdemên Bronz û Asûrî bigire heta serdemên kevnar ên berî dîrokê hene.
Li ser girîngiya vî şûnwarî di nava salan de ji aliyê saziyên parastina şûnparan û lêkolîneran ve gelek xebat, lêkolîn û semînerên nasandinê hatine lidarxistin. Van xebatan careke din nîşan dan ku Girê Moza ne tenê parçe axekê ye, belkî arşîveke binaxkirî û pareke girîng ji bîra dîrokî ya gelên Mezopotamyayê ye.
Pispor û parêzvanên çandî balê dikişînin ser wê yekê ku hebûna van girên dîrokî rastiyeke bingehîn radixe ber çavan, avabûn û dîroka Qamişlo û derdora wê bi sedsala 20an û bi avabûna bajar ve nayê sînorkirin. Berevajî vê, ev erdnîgarî xwediyê kûrahiyeke hezar salî ye ku bi şaristaniyên kevnar a Mezopotamyayê ve rasterast girêdayî ye.
Ji bo ku ev mîrateya giranbuha û nirxên dîrokî yên gelên ku li herêmê winda nebin, parastina van girên kevnar xwedî girîngiyeke mezin e.














