Îzmîr – Piştî teqîna li Fabrîqeya Hesin û Polayê ya HABAŞê ku tê de 19 karkeran jiyana xwe ji dest da, ji sala 1995an vir ve herî kêm 45 karker di vê fabrîqeyê de jiyana xwe ji dest dane û bûye cihekî weke goristana karkeran. Biraziyê Abdûlkadîr Kinaci yê ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da Arîf Kinaci nerazîbûn nîşanî bûyerê da û banga yekîtî, rêxistinbûna sendîkayî û grevê li karkeran kir.
Li navçeya Aliaga ya Îzmîrê di Fabrîqeya Hesin û Polayê ya HABAŞê de 9ê Mijdarê saet li dora 12:00an teqînek pêk hat. Piştî teqîna li Kargeha Hesin û Pola ya HABAŞê ku tê de 19 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn; hêrs zêde dibe û têkoşîna mafan a li kargehê berbelav dibe.
Xizmê karkerekî li ber kargehê agir berda bedena xwe
Xizmê karkerekî ku di teqînê de birayê xwe ji dest dabû, bertek nişanî bûyerê da û li ber deriyê kargeha HABAŞê agir berda bedena xwe. Bi mudaxileya welatî û karkerên derdorê agir hat vemirandin. Lê derbarê rewşa tenduristiyê ya xizmê karker de ku bi giranî birîndar bû û rakiribûn nexweşxaneyê de heta niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Çalakiya karkeran: Rêya sereke ji çûn û hatinê re hat girtin
Karkerên li fabrîqeyê dixebitin dev ji kar berdan û dest bi çalakiyê kirin. Karkerên ku rêya sereke ya diçe fabrîqeyê ji çûn û hatinê re girtin, dixwazin ku li qada xebatê ewlehiya canê wan were dabînkirin û heta ku kontrolên serbixwe bi dawî dibin derkevin betlaneya bi mûçe. Karkeran ragihand ku heta daxwazên wan bên bicihanîn ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
9 kesan hatin girtin patron jî bi hepsa malê hat berdan
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê mirina 19 karkeran de, ji 11 gumanbarên ku hatibûn binçavkirin 9 kes ji aliyê dadgeriya nobedar ve hatin girtin. 2 gumanbarên ku Serokê Lijneya Rêveber a şîrketê Mehmet Ruştu Başaran jî di nav de ye, bi şertê kontrola edlî ya wekî hepsa malê hatin berdan.
Patron bi şerta hepsa malê hat berdan: Li kargehê telefon qedexe kir
Piştî teqînê bi fermana Serokê Lijneya Rêveber a HABAŞê Mehmet Ruştu Başaran, ketina karkeran a bi telefonê ya nava fabrîqeyê hate qedexekirin. Li ser êrişa nûnerên sendîkayê ya li dijî karkerên ku qedexe û ketina hundir red kirin, li fabrîqeyê alozî derket. Piştî pevçûna ku bi bersivdayîna karkeran a li dijî êrişê derket, leşkerên hatin cihê bûyerê gelek karker kirin binçavan.
Binçavkirina sendîkayiyan û qedexeya weşanê
Endamêmên Yekîtiya Karkeran a Egeyê Yucel Memîş û Sonay Tezcan ên ku piştî teqînê ji bo piştgiriyê bidin xizmên karkeran çûbûn nexweşxaneyê û li wir axaftinek kiribûn, bi îdiaya “gel tehrîkî kîn û dijminatiyê kirine” hatin binçavkirin. Li aliyê din Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Alîagayê, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Alîagayê, heta ku lêpirsîn bi dawî bibe derbarê bûyerê de li ser her cure nûçe, hevpeyvîn û rexneyan biryara qedexeya weşanê da.
Bîlançoya cînayetên kar a HABAŞê: Herî kêm 45 karker mirin
Daneyên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) zincîra îhmalkariyê ya li kargehê raxist ber çavan. Li gorî agahiyên hatine berhevkirin, ji sala 1995an vir ve li fabrîqeya HABAŞê herî kêm 45 karkeran jiyana xwe ji dest dane; 38 ji van mirinan piştî sala 2013an pêk hatine.
Bertekên li dijî teqîna li kargehê ya ku di encamê de gelek karkeran jiyana xwe ji dest dan, berdewam dikin. Biraziyê Abdûlkadîr Kinaci yê ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest da, Arîf Kinaci derbarê pêvajoya piştî bûyerê helwesta rayedarên dewletê û xwediyên kargehê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Wezîr tenê hatin û çûn’
Arîf Kinaci da zanîn ku apê wî hê di rêya nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest daye û li cihê bûyerê jî herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest daye û bal kişand ser nezelaliya derbarê bûyerê de û wiha got: “Li gorî agahiyên ku nexweşxaneyê dane me, tiştek bi ser apê min de ketiye û bi wî rengî jiyana xwe ji dest daye. Hîn rapora otopsiyê jî derneketiye. Gelek wezîr û parlamenter hatin û çûn, lê kesî tu agahiyeke zelal neda me. Wezîr tenê hejmara telefona xwe da hevjîna apê min û got ‘dema tiştek bû hûn dikarin telefonî min bikin’ û çû.”
‘Ne xwediyê fabrîqeyê ne jî berpirsek hat’
Arîf Kinaci diyar kir ku ji aliyê kargehê ve tu kes bi wan re neketiye têkiliyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Patronê kargehê hat girtin û piştre hat berdan. Ew jixwe nehat serdana me, lê ji bilî wî ne midûrek, ne şefek ne jî tu kesê din hat. Yanî li nexweşxaneyê çi ji me re hatibe gotin em tenê wê dizanin, ji bilî wê em bi tu tiştî nizanin.”
‘Baweriya me bi vê sîstemê nayê’
Arîf Kinaci komkujiyên kar ên berê bi bîr xist û destnîşan kir ku heta niha berpirs nehatine cezakirin û got: “Dema em li bûyerên berê yên ku li kargehan qewimîne dinêrin, em dibînin ku tu carî berpirs nehatine cezakirin. Lewma baweriya me bi vê sîstemê nayê. Dîsa jî em ê heta dawiyê dev ji doza mafên xwe bernedin.”
‘Roja piştî qetlîamê dîsa fabrîqe xebitandin’
Arîf Kinaci nerazîbûn nîşanî berdewamiya kar a li fabrîqeyê da û wiha pê de çû: “Roja ku ew qetlîam pêk hat, roja piştî wê wekî ku tiştek nebûbe fabrîqe dîsa xebitî. Bi şev dîsa zext li karkeran kirin û xebata xwe domandin. Em fêm nakin çawa ewqas mirovan jiyana xwe ji dest da lê xebat dîsa berdewam kir?”
Banga rêxistinbûnê û grevê
Arîf Kinaci di dawiya axaftina xwe de banga yekîtî û rêxistinbûnê li hemû karkeran û bi taybetî jî li karkerên Kurd kir û ev yek anî ziman: “Rewşa ku em niha tê de ne ancax bi yekîtiya karkeran dikare bê çareserkirin. Divê karker biryara grevê bidin û di sendîkayên karkeran de cih bigirin. Eger wisa nekin, piştî meheke din an du mehên din dîsa wê heman tişt biqewimin. Em Kurd bi giştî karker in û em ji welatê xwe hatine koçberkirin. Di serî de divê em Kurd bibin sendîkayî, rê li ber grevan vekin û bi hev re tevbigerin.”













