Qers – Di sala 2000an de ji aliye DSÎyê ve li Bajarokê Bazarcixê ya Dîgorê ji bo avdana eraziyan gola avdanê tê çêkirin. Ev gol nakeve faliyetê û gelek zirarên mezin dide xweza û mirovên deverê. Derbarê mijarê de gundiyan anî ziman ku ew derveyî zirarê tu feydeyek ji gola avdanê negirtine û gotin ku gola avdanê yê DSÎyê zirarê dide xweza û gundên derdorê.
Di sala 2000î de ji aliye Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve bi destê firmayên taşeron di navbera gunde Şîrinko û Şatirê yên bi ser navçeya Dîgora Qersê ve li nêzî Bajaroka Bazarcixê ji bo avdana eraziyên gola avdanê tê çêkirin. Lê tenê li ber çemê Şirînkoyê tê girtin û ev gola avdanê nakeve faliyetê. Bi ser çêkirina vê golê re 22 sal derbas bûye lê xelkê herêmê tu sûdê jê wernegirtiye. Ev gol li şûna ku sûdê bide gundan lê zirarên pir mezin dide xelkê herêmê û xwezayê. Di vê golê de 3 ciwan xeniqî ne. Erd û eraziyên gundiyan di bin avê de dimînin û dibin avzêm. Gelek gundî ku eraziyên xwe firotine hê jî heqê eraziyên xwe negirtine. Di nav gundiyan de tê gotin ku ev gol ji bo derxistina zêrên (xezîne) li vir hatiye çêkirin. Her wiha beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn niştecihên gundên derdorê Êzidî bûne. Ji ber vê yekê cihê ku gola avê lê hatiye çêkirin û wêran bûye ji bo wan cihekî pîroz bûye.
’22 sal derbas bû lê me tu sûdê jê negirt’

Yusuf Koyûncû ku dema gola avdanê ya Şirînkoyê tê çekirin di gundê Şatirê de keya bûye û di pêvajoya çêkirina golê de peywir girtiyê. Yûsûf Koyûncû diyar kir ku li ser çêkirina gola avdanê 22 sal derbas bûye lê tu sûdekî negiştiyê wan û wiha got: “Navê vê çemê Çema Şirînkoy e. Ev çem di navbera gunde Şîrinkoy û Şatirê de ye. Di sala 2000an de çêkirina gola avdanê dest pê kir û 2004an de jî xilas bû. Ew gol ku ji bo avdana deşta li ber me dirêj dibe hate çêkirin. Li ber me deşta Bazarcixê, rasta Gulheyranê û zozana Sinco hene. Ji bo ew deran bên avdan hate çêkirin. Li van deran kartol, ceh û genim heşîn tên. Di van deran jî ew tişt tên çînin û ji bo vê jî ew gol dê baş bibûya. Dema ew der çêdibû ez jî li gundê Şatirê keya bûm. Vê demê jî ji reyaderan re me got bila vir bixin faliyetê ku gundî lê sûde werbigirin. Em 5 salan têkoşiyan lê me tu encamek negirt ku ev der bikeve faliyetê. Ava vir jî pir e. Ne bi tenê baran û berf tijî dibe, gelek kanî jî hene ku vê golê têr dikin. Ji bo avdana vê erdê me jî got sûde bigihêje me. Li ser çêkirina gola avdanê 22 sal derbas bûye lê tu sûda wê negihiştiye me.”
‘Di golê de 3 ciwan jiyana xwe dest dan’
Di berdewama axafitina xwe de Yûsûf Koyûncû destnîşan kir ku di vê golê de 3 ciwan jiyana xwe ji dest dane û wiha berdewam kir: “Erdê me jî xirab kirin. Me ji vir re digot ‘kişlê’ erdekî gelek xas bû. Ev derê wiha hiştin û çûn. Yê bi kanalan av bibirana derdorê lê vê jî nekirin. Di 15ê Mijdara 2008an de du jinên ciwan ên ji gunde Şîrinkoyê bûn û temenê wan 19 û 21 salî bûn, di vê golê de xeniqîn. Dîsa hewa wekî niha mij û dûman bû, berf barî bû û li ser cenazeyên wan girt. Ji ber vê yekê me cenazeyê her xwişkan encax dikarî destpêka biharê ji golê derxin. Di sala 2019an de kesek dîsa ket vê golê û jiyana xwe ji dest da. Ew jî xortekî 24-25 salî bû û ji gundê Kurdkî bû.”
‘Ev der wêran kirin û çûn’
Her wiha Yûsûf Koyûncû anî ziman ku divê çareseriyek bê dîtin ku ew der wekî berê bibe û wiha bi dawî axaftina xwe anî: “Dewarên me jî di vê çemê de av vedixwarin. Dema pêşiya vê çemê hat girtin, êdî em jê re dibejîn ‘gola genî’, tê de bi qasî 10 dewarên me mirarî bûn. Ji vê avê jehrî bûn. Me van hemû ji walî û qeymeqaman re gotin. Lê tu çareserî nedîtin. Gelê vê derê debara xwe li ser xwedîkirina dewaran û çînina zeviyan dike. Ev der wiha xirab kirin, wêran kirin û hiştin çûn. Daxwaza me jî dîtina çareseriya vê derê ye. Her wiha di vê derê de gundê berê ku Êzidî tê de dijîn jî heye. Ev gundê derdora, ev gola avdanê berê gundê Êzidiyan bû. Di dema şerê cîhana yekemîn de Êzidî neçar dimînin û diçin Rewanê. Ev der ji bo Êzidiyan cihekî pîroz e. Çemekî ew qas sûda wê digihişt li van gundan xirab û wêran kirin. Eraziyên ku herî xas ji bo çîninê bûn li ber zûxava (sızıntı) vê golê bûn avzê. Êdî kes li vir çandinî nake. Hespek ket vir tê de winda bû. Gelek cinarê me jî heqê xwe yên eraziyên ku firotine, negirtine.”
‘Ji bo ku ji vir zêr derxin vê golê çêkirin’

Welatiyê bi navê Mehmet Kesîk ku hêj heqê eraziyên ku firotiyê negirtiye jî bi lêv kir ku gola avdanê ji bo zêr bibînin hatiye çêkirin û ev tişt vegot: “Heta niha zirareke wiha nigiştibû me. Dema dibû sar me dewarên xwe dianî vir, diçêrand. Van deran wek xalîçeyan bû, paqij bû. Hatin me xapandin eraziyên me ji destê me girtin. Ji vir zêr derxistin û wisa hiştin û çûn. Li vir 3 zinarên mezin hebû. Ji bo ji vir zêr derxin vê golê çêkirin û îhale dest guherand. Armanca wan sûd wergirtina gundiyan nebû armanca wan derxistina zêrên li vir bû. Hemû eraziyên me bûne avzê.”























