Li navçeya Geverê ya Colemêrgê malbatên çar welatiyên ku 8ê Cotmeha 2016an di encama gulebarana wesayîta zirxî ya polîsan de hatibûn kuştin, di salvegera 10emîn de banga edaletê kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 8ê Cotmeha 2016an de di encama gulebarana wesayîta zirxî ya polîsan de Serhat Buldan (15), Necdet Îşozu, Rahmî Safhali û Aydin Tumen jiyana xwe ji dest dabûn, Şemseddîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bûbûn. Derbarê bûyerê de bi angaşta “Bi qestî û zanebûn bû sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan” doz li polîs Îlyas Mekîklî hate vekirin û daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê hate kirin. Doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hatibû vekirin, bi hinceta “ewlehiyê” veguhastin ji bo Dadgeha Cezayê Giran a 3yêmîn a Amedê. Polîs Îlyas Mekîklî di danişîna duyemîn de hate berdan. Di danişîna biryarê ya dozê ku di 11ê Cotmeha 2018an de hate lidarxistin, li Îlyas Mekîklî 11 sal û 10 roj ceza hate birîn û daxwaza girtina Mekîklî ji aliyê dadgehê ve hate redkirin.
Malbatên welatiyên ku hatine kuştin ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku dosye 8 sal in li Dadgeha Bilind sekinî ye û daxwaza edalet kirin.
‘Bila ev bûyer bikeve rojeve’
Bavê Serhat Buldan (15), Hasan Buldan diyar kir ku ew 10 sal in li benda dadweriyê ne û got: “Kurê min ji ber yek sedemê hate kuştin û vê sedemê jî em hemû dizanin çiye. 8 sal e dosye li Yargitayê disekine û hêj jî encam ne girtiye. Piştî ceza dayîna polîs ya 2018an dosye hat bêdeng kirin. Ji vê salê heta niha ne kes tîne rojevê ne jî encamek derdikeve. Em dixwazin bila siyasetmedar û rêvebirên me vê dozê bînin rojevê.”
‘Ez edaletê dixwazim’
Bavê Aydin Tumen, Ubeyt Tumen da zanîn ku 10 sal in ti encam derneketiye û got: “Polîsê kujer di dadgehê de got ‘ma ji we tê ku ji ber Kurdekî hûn ceza didin min’, Îcar mesele ev e. Kurê min kuştin, em mexdur bûn. Kuştina kurê min her tişt ji me bir, ez edaletê dixwazim.”
Malbatên Rahmî Safhali û Necdet Îşozû jî di heman mijarê de xwestekên xwe anîn ziman û bangawaziya dadweriyê kirin.



















