Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi pêşengiya Komeleya Jinan a Starê li dijî tacîz, destdirêjî, fihûş û hişbirê meşek hat lidarxistin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi pêşengiya Komeleya Jinan a Starê li dijî destdirêjiya hebûna jinê, fihûş û hişbirê meşek hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Mêr Dikuje Dewlet Diparêze” hatin berzkirin. Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê, Plarfotma Saziyên Demokratîk, rêveberên ÎHDê yên Colemêrgê, endamên TJAyê û gelek welatî tev li meşê bûn.
Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û metna daxuyaniyê ji aliyê endama Komeleya Jinan a Starê Omur Çîftçî ve hat xwendin.
Omur Çîftçî destdirêjiya ku li hember hebûna jinê tê kirin şermezar kir, diyar kir ku destdirêjiya li ser jinê tê kirin nayê cezakirin, ev tişt pêşiya sûcên nû vedike.
Omur Çîftçî da zanîn ku li Geverê ji aliyê Necat Koparan û Eray Oguz ve li hember zarokek 13 salî bûyera destdirêjî pêk hatiye lê sûcdar nehatine darizandin û dewlet destdirêjiya mêr parastiye. Omur Çîftçî destnîşan kir ku divê li hember vê destdirêjiya li ser jinan divê têkoşîna jinan were xurtkirin.
‘Dewlet sûcdaran diparêze’
Piştî daxuyaniyê parlamentera Colemêrgê Oznur Bartin diyar kir ku di demên dawî de li Kurdistanê êrîşên li ser ciwanan û taybetî yên wekî tacîz, tecawûz, fuhûş û hişbirê zêde bûne û dewlet vê destdirêjiyê vedişêre, diparêze û sûcdaran efû dike.
Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.





















