Îzmîr – Rapora Hişbirê ya 2026an hat weşandin. Li gorî raporê di salekê de hejmara kesên ku ji ber hişbirê jiyana xwe ji dest dane ji sedî 30 zêde bûne. Şêniyên taxa Çîmentepe ya Îzmîrê bal kişandin ser rewşa li taxên Kurdan û diyar kirin ku hişbir bi destê dewletê bi armanca tesfîyakirina mûxalefeta civakî û bêdengkirina ciwanên Kurd tê bi kar anîn.
Midûriyeta Giştî ya Emniyeta Tirkiyeyê, “Rapora Hişbirê ya Sala 2026an” weşand. Ev rapor ji bûyerên narkotîkê yên ku di sala 2025an de derbasî qeydan bûne pêk tê. Li gorî raporê sala 2025an de ji ber bikaranîna hişbirê 27 jê jin 557 kesî jiyana xwe ji dest daye û hat ragihandin ku ji sedî 63yê mirinan ji ber hişbirên sentetîk pêk hatine û hejmara mirinên ku ji ber hişbirê çêbûne li gorî sala 2024an 130 kes zêde bûne yanî di salekê de ji sedî 30 zêde bûne.
Bikaranîna sentetîkê berbelav dibe
Hat destnîşankirin ku sûi·stîmala dermanên bi reçeteya sor an jî kesk tên dayîn, di van salên dawî de zede dibin. Di raporê de hat diyar kirin ku hejmara hebên a ku li Tirkiyeyê di sala 2019an de derdora 2 milyonî bûne, di sala 2025an de bûye 123 milyon. Berhemên ku van salan hatine girtin pirhaniya wan ji zincîra dabînkirina yasayî hatine raçandin û bi taybetî li Stenbolê navendên tabletkirinê hatine tespîtkirin.
Derbarê berbelaviya hişbirê ya ku bi taybetî li taxên Kurdan zêdetir e; me mîkrofana Ajansa Welat (AW) dirêjî şêniyên taxa Çîmentepeyê ya li navçeya Konaka Îzmîrê kir.
Li gorî nêrînên şêniyên taxê raporên ku ji hêla otorîteyên fermî ve tên amade kirin her çiqasî rewşa xerab nişan bidin jî bi temamî rastiya civakî ranaxin ber çavan û di mijara berbelaviya hişbirê de bi taybetî li taxên Kurdan rewş xerabtir e.
‘Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin’
Kazim Orhan diyar kir ku dewlet ji ciwanên Kurdan re dibêje; ‘Tu çi bikî bike lê nekeve nav siyasete’ û wiha got: “Dewlet, dixwaze ciwanên Kurdan xwe ji bîr bikin lewma bizanebûn hişbirê di nav wan de belav dike. Ev ên niha li Îzmîrê hişbirê belav dikin û bikartînin bi giştî ciwanên Kurdan e.”
Fehîme Akay anî ziman ji bo belavkirina hişbirê destûr tê dayîn û got: “Sûc, sûcê dewletê ye dewlet naxwaze rê li ber hişbirê bigire. Dewlet bi kesên hişbirê difiroşin û bikartînîn re şirîk û heval e.”
‘Mûxalefeta civakî ji holê radikin’
Halît Orhan derbirî ku dewletê temamê welatiyan bi aboriyê pasîfîze kiriye, her kes tim difikire ku dê çawa dê bikaribe debara xwe bike û diyar kir ku ev jî dike ku ciwan hewl bidin bi awayeke rehettir pereyan bi dest bixin û ev yek anî ziman: “Lewma berê wan dikeve rêya firotina hişbirê û pê re jî dest bi bikaranîna hişbirê dikin. Dawiya dawî bi bikaranîna hişbirê dimînin bê fikir û îdeolojî. Dewletê berê bi lêdan, wendakirin û bi zindanê îşkence dikir niha bi temamî bi aboriyê îşkenceyê dike. Ev polîtîkayeke dewletê ye, dewlet dixwaze ciwan hişbirê bikarbînin da ku ew jî bikaribin bi rehetî siyaseta xwe bimeşîne, bi vî awayî dikin ku mûxalefeta civakî ji holê rabe.”
‘Ciwan êdî naxwazin bixebitin’
Mervan Akan jî anî ziman ku dilê ciwanan ji kar û baran sar kirine û got: “Niha li ber çavê ciwanan hemû kar zehmet in, êdî naxwazin bixebitin. Ez li Çîmentepeyê esnafek im, êdî dev ji çiraxan berdin, em nikarin hostayan jî peyda bikin.”
Lutfu Erdogan bal kişand ser ku berê li taxa wan rewş evqasî ne xerab bûye vê paşiyê rewş ber bi xerabiyê ve çûye û wiha got: “Êdî em ciwanên xwe nas nakin hemû gêj kirin e, ne li ser hemdê xwe ne. Ji ber hişbirê li taxa me tim şer û pevçûne.”
‘Em qala aştiyê dikin lê hiş di sere ciwanên Kurd de nehiştine’
Makbûle Orhan hişyar kir ku divê gelê Kurd li dijî van polîtîkayan hişyar be û wiha axivî: “Zarokên me tev kuştine, zarokên dê û bavê xwe nas nakin û bûne dijminê hev. Divê Kurd li ber vê xerabiyê bilez rabin. Divê dewlet jî bi temamî bixwaze rê li ber bigire, ancax bi wî awayî hişbir ji holê rabe, wekî din hingî berbelav e ne pêkan e ku ji holê rabe. Îro em qala aşitiyê dikin lê mixabin ciwanên me ji ber ku ketine xefika hişbirê hiş di serê wan de nemaye, derbarê aşitiyê de tiştek bi serê wan nakeve. Dewlet bi vê tevgera xwe dixwaze Kurdan biqelîne, qir bike.”
‘Mobese û kamera tenê hişbirê nabînin’
Zinar Bûlût jî diyar kir ku sîstema dewletê gelekî pêşketî ye, her tişta ku li Îzmîrê tê kirin haya wan jê heye û wiha pê de çû: “Her der mobese û kamera ne. Mobese û kamera tenê hişbirê nabînin. Carna dilê wan dixwaze hinek kesan digirin û dîsa berdidin. Ev mijar mijara îstihdamê ye, kesî îstihdam nakin. Her tişt li ser hişbir û pereyan ava dikin.”
‘Divê DEM Partî bi rola xwe rabe û wekî berê ciwanan bi rêxistin bike’
Azad Şener jî diyar kir ku berbelaviya hişbirê encama bêrêxistibûnê ye û wiha got: “Divê di serî de partiya me DEM Partî, bêhtir serî li ber vê polîtîkayê rabike. Berê di nav DEM Partiyê bêhtir ciwan hebûn niha DEM Parti ji kal û pîran pêk tê. Li vê taxê DEM Partî bi hêz e, divê wekî berê bi rola xwe rabe, van ciwanan bigire xwe û wan bi rêxistin bike.”




















