Colemêrg – Dosyaya Îslam Terkoglu yê ku di 23yê Mijdara 2006an de li Geverê di encama gulebarandina leşkeran de jiyana xwe ji dest dabû, tevî 20 salan jî nehatiye ronîkirin. Îbrahîm Halît Terkoglu di salvegera qetilkirina birayê xwe Îslam Terkoglu de banga edaletê kir.
Îslam Terkoglu û Reşît Soydan ên ji navçeya Gever a Colemêrgê, di 23yê Mijdara 2006an de li herêma di navbera gundên Oremar û Şitazin de rastî êrişa çekdarî ya leşkerên Tirk hatin û Îslam Terkoglû jiyana xwe ji dest da. Îslam Terkoglu û Reşît Soydan ji bo berhevkirina êzingan çûbûn herêmê û dema ku bi êzingên berhevkirî re ber bi Geverê ve bi rê ketin, rastî gulebarana leşkerên girêdayî Tabûra Efelerê hatin. Di encama gulebaranê de Îslam Terkoglu jiyana xwe ji dest da û Reşît Soydan jî bi giranî birîndar bû. Piştî bûyerê Walîtiya Colemêrgê di daxuyaniya xwe de îddîa kir ku “Di pevçûnê de endamekî HPGê hatiye kuştin û endamek jî sax hatiye girtin.” Lêbelê, derket holê ku her du jî sîvilin. Dozgeriya Geverê jî derheqê bûyerê de lêpirsîn vekir. Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê ya ku îdianame qebûl kir, 10ê gulana heman salê wekî roja danişîna yekem diyar kir, lê di nivîsa ku ji dadgehê re hat şandin de hat gotin ku leşker ji ber ku li herêma operasyonê ne nikarin beşdarî danişînê bibin.
Dadgehê piştî heşt danişînan di 7ê Adara 2008an de biryara bêwezîfedariyê da û dosya şand Dadgeha Leşkerî ya Wanê. Dadgeha Leşkerî ya Wanê di 8ê Tîrmeha 2010an de nirxand ku Terkoglu çekdar bûye û ji ber vê hincetê leşkeran lewma çek bikaranîne, biryara beraetê da. Îtiraza li dijî biryarê ji aliyê Dadgeha Bilind a Leşkerî ve hat redkirin û biryar hat pejirandin. Tevî derbasbûna 20 salan û pêvajoyên hiqûqî, malbat li ser rewşa dosyayê û têkoşîna xwe rawestiyaye.
Birayê Îslam Terkoglu Îbrahîm Halît Terkoglu derheqê bûyerê de agahî dan û daxwaza edaletê kir.

Cenazeyê Îslam direvînin û bêyî malbat vedişêrin
Îbrahîm Terkoglu da zanîn ku Îslam û hevalê xwe dema êzingên xwe tînin rastî kemîna leşkeran tên û hovitiya leşkeran wiha anî ziman: “Wexta ku Îslam û hevalê xwe darên xwe bi wesayîtê tînin leşker li ber Qereqola Şitazînê ketibûn kemînê û wan nedizanî. Saet 21:00ê şevê bû. Leşker wesayîte didin ber guleyan Îslam dikujin û hevalê wî birîndar dibe. Leşker tên cenazeyê Îslam diavêjin ser wesayîtê û dibin Qereqola Şitazîn û bang li ambulansê dikin. Di destpêka gulebarandinê de Îslam sax bû, yanî tenê birîndar bibû. Li şûna ku Îslam bibim nexweşxaneyê, birin qereqolê. Jixwe daxwaza wan jî ev bû ku Îslam negihînin nexweşxaneyê. Ambulans negihiştê an jî mûdaxale nekirin. Piştî vê; cenazeyê Îslam dibin Nexweşxaneya Geverê. Cenaze birin otopsiya nexweşxaneyê û pênc rojan cenaze nedan me. Cenaze bi teyarê revandin gund û li wir bi şev veşartin.”
Li Geverê rêbaza qetilkirina Ugur Kaymaz
Îbrahîm Terkoglu diyar kir ku di bûyerê de pevçûn neqewimî bû û ji bo ku leşker xwe heq derxînin çek danabûn li cem cenazeyê Îslam. Îbrahîm Terkoglû wiha behsa buyerê kir: “Leşkeran çek danabûn rex wî û gotin ‘Me terorîstek kuşt, yek jî bi birîndarî girt’. Terorîstê çi? Îslam sivîl bû, bi cilên xwe yên sivîl bû jixwe. Çeka wî tune bû. Tu şer û pevçûn derneketibûn. Reşît Soydan roja din hate berdan. Heke her du terorîst bûna Reşît çawa hate berdan?”

‘Divê kujer cezayê xwe bikêşin’
Îbrahîm Terkoglu di derbarê dozê de jî agahî dan û di dawiya axaftina xwe de daxwaziyên malbatê wiha anî ziman: “Piştî bûyerê doz hate vekirin û 5 salan berdewam kir. 19 leşker dihatin dadgehê lê ji dadgehê tu encam derneketin û dosye şandin Dadgeha Leşkerî ya Wanê. Li vê dadgehê dosye hate redkirin û beraat da leşkeran. Tu kesê tu ceza nestandin. Daxwaziya me ev e ku ev zilm û neheqiya li Îslam hatiye kirin bê ceza nemîne û encamek ji dosyeyê derkeve. Ev kesên ku Îslam qetilkirin divê cezayê xwe bikêşin.”












