Bedlîs – Zarîn Akbaş (Arjîn Garzan) di sala 2013an de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û di sala 2026an de jî şehîd dikeve. Dê û bavê Zarîn Akbaş behsa keça xwe kirin û dan zanîn ku Zarîn heqareta li bavê wê hatiye kirin bibandor bûye û wiha gotin: “Arjîn ne tenê keça me bû, keça tevgerê bû.”
Li Kurdistanê di salên 90î de dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkayên xwe yên zextê yên li ser Tevgera Azadiya Kurd de dest bi şewitandina gundan dike. Di wê demê de nêzî 3 hezar gundên Kurdan tên şewitandin û gundî tên koçberkirin. Yek ji wan gundan gundê Çorsên yê girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê bû. Di salên 90î de leşkerên Tirk bi ser gund de digirin, gelek ji gundiyan dikujin û malên gundiyan dişewitînin. Ev gund, gundê endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê Zarîn Akbaş (Arjîn Garzan) e.
Dema gund tê şewitandin malbat Zarîn koçî Stenbolê dike û Zarîn li Stembolê tê dinê. Ew di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û di sala 2013an de jî tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Têkoşîna Zarînê ya 17 salan a di nava tevgerê de di hezîrana 2026an de li bajarê Mahabad a Rojhilatê Kurdistanê bi dawî dibe. Rejîma Îranê êrişî YRKê dike û di encamê de 4 gerilayên YRKê şehîd dibin. Zarîn Akbaş jî yek ji van gerilayan e ku ji bo azadiya welatê xwe canê xwe da.
Dê û bavê Zarînê Salîfe û Velîyedîn Akbaş ji bo ajansa me behsa keça xwe kirin û têkoşîna wê vegotin.
‘Tirkî axaftin qedexe ye di mala me de’

Dayika Salîfe Akbaş, diyar kir ku bal kişand ser şewitandina gundê wan û koçberiya wan a ber bi Stenbolê ve û wiha got: “Arjîn li Stenbolê hat dinê. Di sala 2001an de em vegeriyan welatê xwe. Hevaltiya Arjîn bi me û bi hevalên xwe re pir baş bû. Te digot qey perweredeya gerîla dîtibû, ew hevala me bû. Rojekî em li Stenbolê bûn, bavê wê di girtîgehê de bû, em çûn ziyareta wî. Çaxê em vedigeriyan çenteyek li pişta min bû wê got ‘dayê, mala me li ser pişta me ye’. Min got ‘na keça min bavê te dê bê berdan, em ê vegerin mala xwe’ lê tiştê ku derdorê wê diqewimî fêm dikir. Hinek caran mêvan dihatin malê, ew dibezî pêşiya mêvanan ku ji wan re bibêje Tirkî axaftin di malê de qedexe ye. Dema ku ev yek digot 8-9 salî bû. Dema ku di malê de kesekî bi Tirkî biaxiviya qebûl nedikir. Digot ‘em Kurd in, eyb e hûn Tirkî diaxivin, bavê min aciz dibe’.”
‘Înşallah Arjîn bibe ya dawî’
Salîfe Akbaş anî ziman ku ew Dayika Aştiyê ye û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku dewlet jî gavekê bavêje, dayikên wan jî bila destê xwe bidin me, ew jî bi dilxwazî daxwaza aştiyê bikin, belkî aştiyek çêbibe. Ev du sal in hîn jî tu gav nehatiye avêtin. Înşallah Arjîn bibe ya dawî bibe. Hemû bi saya cangoriyên me ne, ew tunebûna, em û gel jî tune bûn.”
‘Zext û zordarî li dijî me hatin kirin, lê me serî netewand’

Bav Veliyedîn Akbaş destnîşan kir ku Arjîn bi herkesî re dikaribû hevaltiyê bike û ev tişt anî ziman: “Ji mirovan hez dikir, bi taybetî mirovên welatparêz zêdetir hez dikir. Birazî û kurê apê min jî tev li bûne. Arjîn jî rêhevala me bû. Dema ku Arjînê pola 8emîn xilas kir, mamosteyê wê gazî min kir û got ku divê hûn nasnameya wê derxînin. Min jî got ku ez diçim nifûsê, ew nadin û dibêjin sabiqeya we heye birazî û kurê apê te li derveyî welat in, ji ber wê bi me re astengiyan derdixin. Min destê Zarînê girt, ez û dayika wê em çûn nifûsê. Nifûsê got mimkûn nîne, ewlehiyê gotiye heta ku em qaxezê nedin hûn dernaxînin. Em rabûn çûn ewlehiyê. Nêzî nîv saetekê em li bendê man, berpirsiyar hat. Du leşker çûn cem û gotin yên hatine karê wan bi te re heye. Dema ku wisa got, rabû hat, heqaret li min kir, ez damê ber pênan. Arjîn li ba min bû, ji ber wê dîsa li ber xwe da, min Arjîn girt û min got bila ew nekeve, hingê temenê wê 13-14 salî bû. Zêde zêde heqaret li min kirin, zext li ser me kirin. Ez zêde mam bin zextê de, lê wan nikarî me wekî xwe bikin. Em serfiraz in ku em teslîmê wan nebûn.”
‘Me tu carî doza xwe bernedaye’
Veliyedîn Akbaş bal kişand ser biryara keça xwe û da zanîn ku Zarîna biryara tevlibûnê da û çû. Veliyedîn Akbaş anî ziman ku heqareta li wî hatiye kirin bandoreke mezin li ser Zarînê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ba rê hevalên xwe û şehîdên xwe ne. Me tu carî doza xwe bernedaye. Wekî dayik û bav, çi ji destê me bê em amade ne, ji ber ku ev rêya mirovahiyê û şerefê ye. Her mirovê ku bêje şerefa min heye, divê nebe xayînê gel û welatê xwe. Divê em destê xwe bidin hev. Pêvajoyek ji bo aştiya mayinde dest pê kiriye û dinya çi dixwazê em ji wê dixwazin. Me doza mafê xwe kiriye, Serokên me bi salan e dibêjê aştî, ji bilî aştiyê me tiştekî din nexwesti ye.”
Navê keça xalê xwe ya şehîd li keça xwe kir
Veliyedîn Akbaş got ku dema gundên wan hatin şewitandin ew çûne Manîsayê û di sala 2001an de jî vegeriyane gund. Veliyedîn Akbaş bi lêv kir ku dema ew li Manîsayê keça xalê wî şehîd dikeve û got: “Nehiştin malbat û tu kes bê ser mezelê wê. Piştî 10 mehan em çûn Stenbolê, keça min li Stenbolê hat dinê, me navê wê danî Zarîn. Navê keça xalê min a şehîd Zarîn bû, ji ber ku me hez dikir navê wê danî Zarîn. Daxwaza me ji vî miletî ew e ku ji xeynî me Kurdan dost û hevalên me tune ye. Lewma li Serokê xwe û rêhevalên xwe xwedî derkevin. Arjîn ne tenê keça me bû, keça tevgerê bû. Dema ku çû jî dewletê zext û heqaret li kir.”
‘Em bi zaroka xwe serbilind in’
Veliyedîn Akbaş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku şehîd ket, em li Stenbolê bûn û me li wir bihîst, em serbilind in. Yanî zarokekî me wisa rabûye ji bo vî gelî û ji bo tevgerê ew tişt kiriye, em serbilind in. Em soz didin ku ji bo mirovahiyê û ji bo gelê xwe, çi bikeve li ser milên me em bikin.”










