• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi girseyî serdana şîna Zarîn Akbaş kirin

Bedlîs / AW

6 TÎRMEH 2026 - 16:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
MEBYA-DER û nûnerên saziyên sivîl bi girseyî serdana şîna Zarîn Akbaş (Arjîn Garzan) kirin ku di 28ê Hezîranê de di encama êrîşa rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dabû.

Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Pişgirtî, Çand û Yekîtiya bi Malbatên ku Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Windakirine re (MEBYA-DER), taziya Zarîn Akbaş (Arjîn Garzan) a ku di 28ê Hezîranê de di encama êrîşa rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dabû, hat ziyaretkirin. Di şîna ku li mala malbatê ya li gundê Çorsênê yê navçeya Tetwana Bedlîsê hat danîn de dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Şevder Bîngul di taziyê de axivî û diyar kir ku ew ê xwedî li têkoşîna wê derkevin.

Şevder Bîngul destnîşan kir ku divê her kes beşdarî pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk bibe û wiha got: “Li ser milên me barekî giran heye. Îro şehîd Arjîn bi bîra me dixe ku di vê pêvajoyê de divê her kes bi hişmendiya berpirsyariyên xwe rabe û wan bîne cih. Ew dibêje ‘Heke me di vê rêyê de canê xwe dabe, divê hûn jî berpirsyariyên ku dikevin ser milên we bînin cih’.”

‘Em ê li ser şopa wan bimeşin’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan jî anî ziman ku gelê Kurd bi salan e bedelên giran dide û wiha axivî: “Bi hezaran ciwanên Kurd axa xwe parastin. Wekî ku me her tim soz daye wan, em îro jî soz didin. Em ê keda şehîdên xwe û rêya wan ji bîr nekin. Em ê li ser şopa wan bimeşin.”

Li ser navê malbatê jî bav Velyeddîn Akbaş û dayik Salîha Akbaş axivîn. Malbatê diyar kirin ku Zarîn Akbaş ne ciwana yekem e û ne jî ya dawî ye ku jiyana xwe ji dest dide û wiha gotin: “Arjîn ne tenê zaroka me ye, zaroka hemû gelê Kurd e. Serê hemû gelê Kurd û Serokê me sax be.”

Taziye dê sê rojan berdewam bike.

Etîket: Arjîn GarzanMEBYA-DERşehîdZarîn Akbaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

1 COTMEH 2026
MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

30 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

Abdullah Ocalan: Şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim

14 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026
Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

10 ÎLON 2026
Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

10 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne