*Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de çavê raya giştî li geşedanên nû ye. Li gor agahiyên kulisên meclisê ku hatine bidestxistin di pêvajoyê de ji niha şûn ve li bendê ye endamên desteya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku koordînatoriya wê bike, biçe Girava Îmraliyê û deste dest bi xebatan bike.
*Hevserokê KNKê Ahmet Karamus têkildarî aloziya li Başûrê Kurdistanê bi lêv kir ku weke KNKê bi şandeyeke li Başûrê Kurdistanê, KCKê, PDKê û YNKê re hevdîtin kirine û wiha got: “Em di merhaleyeke ciddî re derbas dibin. Metirsî li ser hemû Kurdistanê ye. Ji bo yekrêziyê danûstandin û hewldanên me dê berdewam bike.”
*Zarîn Akbaş (Arjîn Garzan) di sala 2013yan de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û di sala 2026an de jî şehîd dikeve. Dê û bavê Zarînê Salîfe û Veliyedîn Akbaş behsa keça xwe kirin û dan zanîn ku Zarîn heqareta li bavê wê hatiye kirin bibandor bûye û wiha gotin: “Arjîn ne tenê keça me bû, keça tevgerê bû.”
*Dosyaya Îslam Terkoglu yê ku di 23yê Mijdara 2006an de li Geverê di encama gulebarandina leşkerên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, tevî 20 salan jî nehatiye ronîkirin. Îbrahîm Halît Terkoglu di salvegera qetilkirina birayê xwe Îslam Terkoglu de banga edaletê kir.
*Parêzvanê mafê mirovan Tahîr Elçî yê ku 28ê Mijdara 2015an li Amedê hatî qetilkirin dê were bîranîn. (10.00-13.45)
* Xizmên Windayan û rêveberên şaxa ÎHDê ya Amed dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam bikin. (12.00)
*Çalakiya Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1131emîn de li Qada Galatasarayê bidome. (12.00)
* ÎHDê ya Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Sumerbank a kevin a Konakê daxuyanî bide (13.00)
*Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê di çarçoveya kampanyaya “Ji bo nan, aştî û edaletê budçe” de tev li komxebata budçeyê bibe. (13.00)
*Malbatên girtiyên nexweş, OHD, ÎHD û DEM Partî dê çalakiya nobedê ya bêdem ku li ber Wezareta Dadê dane destpêkirin, di roja 12an de bidomînin. (14.00)












