* Rojnameger Sorgul Şêxo diyar kir ku ew her roj li qadê bi gelek çîrokên tundiya li ser jinan re rû bi rû dimîne û divê ew vê pirsgirêkê wekî pirsgirêkeke civakî binîn rojevê û heger çapemenî li sedemên bûyeran negere û tenê wekî “pirsgirêkeke malbatî” lê binêre, dibe şirîkê wê tundiyê.
* Midûra Polîtîkayên Jinan a GABBê Nejla Gursoy diyar kir ku ew xebatên xwe yên 25ê Mijdarê bi dirûşma “Bi hêza xwe û vîna azad ve niha dema jinan e” dane destpêkirin û wiha got: “Divê têkoşîna li dijî tundiya ser jinan tê kirin, bi rojekî ve neyê sînordarkirin, her dem xurttir bibe.”
* Hevberdevkê TUHAY-DERê yê Enqereyê Şîrîn Altay derbarê çalakiya nobetê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên siyasî li ber Wezareta Dadê hatiye destpêkirin, diyar kir ku dor bi dor ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê malbat dê werin Enqerê û tev li çalakiyê bibin.
* Hevşaredarê Wanê ku qeyim li şûna wî hat tayînkirin, avahîsaz Abdullah Zeydan destnîşan kir ku erdhej ji bo Bakurê Kurdistanê metirsiyek mezin e, divê xebateke hevpar bê kirin û wiha got: “Gelek xebatên me yên ku bandora erdhejê kêmkirinê, bi desteserkirina şarediyaran ve têk çûn.”
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê li Meclisê derbarê geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar bixe. (12:30)
* Malbatên girtiyên nexweş, OHD, ÎHD û DEM Partî dê çalakiya nobetê ya bêdem a li pêşiya Wezareta Dadê dane destpêkirin di roja 7emîn de bidomînin. (14:00)
Kirmanckî
* Dosyaya ma ya 25ê teşrîna peyêne bi beşa xo ya dîyine dewam kena. Endama Komeleya Cinîyan a Rosa Seçîl Bozkuşe, zêdîyayîşê şîdetê aborî, dîjîtal û merganê bişikan ser o bale ante û dîyar kerd ke ê do mîrasê Wayanê Mîrabalî kuçeyan de xurt bikerê.









