Serokkomarê Iraqê hişyariyê da ku hikûmeta Zeydî derfeta dawî ye ji bo parastina sîstema siyasî ya welêt ji hilweşînê û tekezî pêxist ku ew li dijî parçekirina Herêma Federal a Kurdistanê û cudakirina para budceya Silêmaniyê ye.
Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî, di hevpeyvînek li gel qenala Şerqiye, derbarê rewşa Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê de nirxandin kir.
Di hevpeyvînê de Serokkomar Nizar Amêdî ragihand ku nakokiyên siyasî yên di navbera YNK û PDKê de xwedî dîrokeke pêncî salî ne û ti çareserî ji bilî diyalogê nîne. Her wiha diyar kir ku ev cara yekeme pêkanîna hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ji bo zêdetirî du salan tê paşxistin, di demekê de ku di hemû qonax û hikûmetên berê de, heta di serdema rejîma Beesê de jî nakokî hebûn, lê bi rêya diyalogê dihatin çareserkirin.
Serokkomar Amêdî daxwaz ji herdu partiyên desthilatdar kir ku dest bi danûstandinan bikin û got: “Ne PDK dikare bi tenê hikûmetekê pêk bîne û karûbaran bi rêve bibe, ne jî YNK. Lewma pêwîste bigihîjin lihevkirinekê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya qanalên taybet hewldanên zêde hene. Her çend ev hewldan nehatine ragihandin jî, lê li cem me ya girîng ewe ku encamên wan ên pratîkî hebin.”
Her wiha Amedî teqez kir ku ew li dijî cudakirina Silêmaniyê ya di budceyê de û ne jî bi parçekirina Herêma Kurdistanê ye û got: “Em piştgiriyê didin wê yekê ku hemû welatiyên Iraqê û tevahiya karmendan, ji Zaxo heta Besrayê, mafên xwe yên darayî werbigirin.”
Derbarê rewşa giştî ya Iraqê de, Serokkomar destnîşan kir ku gavên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar bi piştgiriya hêzên siyasî yên di nav Hevpeymaniya Rêvebirina Dewletê de ne û daxwaz kir ku hemû alî piştgiriya wî bikin.
Serokkomar Nizar Amêdî hişyarî da ku ev hikûmet dikare Iraqeke nû ava bike û ev derfeta dawî ye ji bo rizgarkirina sîstema siyasî ya Iraqê û got: “Ji ber ku ger careke din di dosyayên komkirina çekan di destê dewletê de, pirsên aborî û rûbirûbûna gendeliyê de şikestin were xwarin, dê sîstema siyasî rûbirûyî hilweşînê bibe.”













