* Li ser bûyera Ugur Kaymaz ê di 12 saliya xwe de bi 13 guleyan ve li gel bavê xwe Ahmet Kaymaz ve hatiye kuştin 22 sal derbas bûn. Apê Ugur Kaymaz, Reşat Kaymaz têkildarî kuştina bira û biraziyê xwe axivî û got: “Dema Ugur û bavê xwe şehîd ketin jî me xwest ku ew bibin yên dawiyê. Em dixwazin gelê me bigihêje azadiya xwe.”
* Aktivîsta TJAyê Gûrbet Oktay û Endama Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê Oznûr Evîn bal kişandin ser xebatên li dijî tundiya ser jinan tên kirin û diyar kirin ku ew bi armanca jina azad û civaka azad atolyeyên xwe li dar dixin û gotin: “Jin divê xwe rêxistin bikin û li dijî pergala mêrperest hev biparêzin.”
* Pismamê girtiyê nexweş Tuncer Sağlam ê di 7ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da, Ercan Sağlam ê tev li çalakiya nobeda ji bo girtiyên nexweş werin berdan bûye diyar kir ku pismamê wî ji ber xemsariya girtîgehê jiyana xwe ji dest daye û got: “Me ew êş kişandiyê lê em naxwazin tu malbatên me vê êşê bikşînin. Ji bo wê jî em dixwazin hemû girtiyên me yên nexweş bên berdan.”
* Welatiyên Amedê derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gotin ku divê di 27ê Mijdarê de di civîna MGKyê de êdî biryarên ji bo gavên şênber bên avêtin werin girtin.
* Li navçeya Payîzava ya Wanê, dîwarek li ser rêya bejahî ya Wan – Colemêrgê ku gundên Nêrkox, Hîndîstan û Arixan bi hev ve girê dide hatiye çêkirin û ev dîwar jiyana rojane ya welatiyan zehmet dike.
* Çalakiyên Xizmên Windayan û şaxên ÎHDê yên bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin” tên lidarxistin dê li Amed, Êlih û Colemêrgê bidomin. (12:00)
* YCK-KURD dê ji bo konferansa xwe ya navçeyên Sultangazî û Sultanbeylî yên Stenbolê dê civîna gel li dar bixe. (12:00-19:00)
* Çalakiya nobedê ya bêdem a malbatên girtiyên nexweş, OHD, ÎHD û DEM Partî li pêşiya Wezareta Dadê danê destpêkirin dê di roja 5emîn de berdewam bike. (14.00)
* TOHAV dê li avahiyê xwe ya Beyoglûyê ji bo Hiqûqnasên Kurd ên hatine qetilkirin, bernameya bîranînê li dar bixe. (14:00)
* Di hefteya 12emîn a Lîga Superê de Amedspor û Rîzespor dê li Standayûma Tahîr Elçî werin pêşberî hev. (16:00)









