• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Rojbîn Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike  Azad Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Rojbîn Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike
    Azad Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 19ê MIJDARA 2026an

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Rojbîn Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike  Azad Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Rojbîn Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike
    Azad Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 19ê MIJDARA 2026an

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ROJEVA 19ê MIJDARA 2026an

Navenda Nûçeyan / AW

19 MIJDAR 2026 - 09:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

* Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren derbarê çalakiya nobeda ya ji bo girtiyên nexweş de diyar kir ku rêya aştiyê di girtîgehan re derbas dibe û got: “Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in. Heke pirsgirêka girtiyên nexweş çareser nebe em nikarin qala aştiyê bikin.”

* Serokê Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Amedê parêzer Ahmet Înan got ku xebatên GESê, lêgerîn û derxistina petrolê yên li Amed û bakurê Kurdistanê dibe sedema wêrankirina xwezayê, qirêjkirin û tunekirina çavkaniyên avê û xizanîkirina civaka herêmê.

* Hevseroka PENa Kurd Rojbîn Perîşan û Sekreterê Giştî yê PENa Kurd Azad Zal bal kişandin ser rol û rista wêje û nivîskaran. Rojbîn Perîşan destnîşan kir ku divê wêje bi awayek baş dahurandina nakokiyên civakê bike û pêşkeş bike. Azad Zal jî diyar kir ku divê nivîskar di karê xwe de azad û serbixwe tevbigerin da ku karibin pêşengtiya civakê bikin û bi roleke avakar rabin.

* Li cîhanê di şerê sala 2025an de herî kêm 6 hezar û 266 zarok bûne qurbanê şer. Li Tirkiyeyê jî di qezayên kar de di salek dawî de 95 zarokên karker bûne qurbaniyên cînayetên kar.

* Birîndar Gezîcî di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê li Bazîdê hatiye girtin û ev 3 sal in di girtîgehê de ye. Bavê wî Emîn Gezîcî derbarê rewşa lawê xwe de da zanîn ku rewşa tenduristiya lawê wî ne baş e û îdareya girtîgehê xemsar tevdigere.

* Aktivîsta TJAyê Medîne Efe derbarê xebatên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî nirxandin kir û wiha got: “Li dijî polîtîkayên şerê taybet, bêcezatiyê û tundiyê em ê kolan bi kolan rêxistinbûna xwe xurttir bikin.”

* Dayika Aştiyê Kadriye Gezîcî ji bo aştî û azadiyê hem ji warê xwe dur ketiye hem jî di têkoşîna azadiyê de bira û lawekî wê canê xwe ji dest dane. Kadriye Gezîcî ya ku lawekî wê hê jî di nava Tevgera Azadiyê de têkoşîna xwe didomîne, behsa têkoşîna aştiyê kir û got: “Ez hêza tekoşînê ji şehîdên xwe digirim.”

* Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş derbarê sazkirina Desteya Çavderiyê ya ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dê li Meclisê daxuyanî bide. (12:00)

* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê geşedanên di rojevê de dê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13:00)

* Malbatên girtiyên nexweş, OHD, ÎHD û DEM Partî dê çalakiya nobedê ya bêdem ku li ber Wezareta Dadê danê destpêkirin di roja 3yemîn de bidomînin. (14:00)

Kirmanckî

* Serekê Şubeya Egîtîm Senî yê Dêrsimî Mehmet Aşkinî reaksîyonê xo mojna ke bînayê walîtî û edlîye ameyî berdiş zerreyê kampusê Unîversîteya Munzurî. Mehmet Aşkinî vat ke na rewşe cuya rojane ya wendekaran û kedkaranê perwerde û zanistî ser o tesîrêko xirab kerdo.

* Serekê Komîsyonê Dorûver û Şaristanî yê Baroyê Amedî avûkat Ahmet Înanî vat ke xebatê GES’î, cigêrayîş û vetişê petrolî yê Amed û Bakurê Kurdîstanî benê sebebê xirabekerdişê tebîetî, qilêrinbîyayîş û vîndîbîyayîşê çimeyanê awe û feqîrkerdişê şarê mintiqa.

Etîket: rojev
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

ROJEVA 18ê MIJDARA 2026an

18 MIJDAR 2026
ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

ROJEVA 17ê MIJDARA 2026an

17 MIJDAR 2026

ROJEVA 16ê MIJDARA 2026an

16 MIJDAR 2026
ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

ROJEVA 15ê MIJDARA 2026an

15 MIJDAR 2026
ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

ROJEVA 14ê MIJDARA 2026an

14 MIJDAR 2026

ROJEVA 13ê MIJDARA 2026an

13 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne