Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan wêneyekî nû yê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve kir. Endamên malbatê yên di wêne de cih digirin ji aliyê raya giştî ve jî hat meraqkirin. Pismamê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Reşît Ocalan ku di wêne de bû piştî 52 salan rû bi rû pismamê xwe dît.
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan wêneyekî nû yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir. Wêneyê di hevdîtina malbatê ya Cejna Qurbanê ya meha Gulanê de hatiye kişandin û niha hat parvekirin di raya giştî de jî deng veda. Endamên malbatê ku di wêne de cih digirin ji aliyê raya giştî ve jî tê meraqkirin.
Di wêneyê hat parvekirin de biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Ocalan, pismamê Abdullah Ocalan Mehmet Reşît Ocalan û xwarziya Abdullah Ocalan Gulsum Ocalan cih digirin. Di wêneyê de yek jî çîroka balkêş pismamê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Reşît Ocalan piştî 52 salan karî rû bi rû hevdîtinê bike. Mehmet Reşît Ocalan herî dawî di sala 1974an de pismamê xwe Abdullah Ocalan rû bi rû dîtibû. Di wêneyê de jî Mehmet Reşît Ocalan li rex Abdullah Ocalan sekiniye û destê hev girtine.













