Di doza derbarê 38emîn Kongreya CHP’ê de bi Ekrem Îmamoglu re 2 sal û mehek ceza li 8 kesan hat birîn û qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn.
26emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Enqereyê biryara doza ku bi îdiaya di 38emîn Kongreya Asayî ya CHP’ê de nelirêtî hatiye kirin hatibû vekirin ragihand. Di biryarê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê girtî Ekrem Îmamoglu, Riza Akpolat, Ozgur Çelîk, Nîhat Yeşîltaş, Bakî Aydoner, Erkan Aydin, Mehmet Kilinçarslan, Metîn Guzelkaya û Serhat Can Eş ji her yekî re 2 sal û 1 meh ceza hat birîn. Her wiha qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn.
Dadgehê derbarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Cemîl Tugay ê ku derbasî AKPê bû, Huseyîn Yaşar û Ozgen Nama de jî debarê sûcên pê têne tawanbarkirin delîlên têr û tijî nehatin bidestxistin, biryara beraetê da.













