Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, rejîma Îranê çavkaniya hemû qeyranan û hemû gefên li ser jiyan û ewlehiya welatiyên xwe ye û got; “Xwepêşandanên Awdananê tenê bi daxwaza hesabpirsînê ji bo trajediyê sînordar nebûn, di demeke zû de vegeriya deng û rengên siyasî yên li dijî hikûmetê.”
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê di derbarê xwepêşandan û nerazîbûnên welatiyên navçeya Awdanan ya Rojhilatê Kurdistanê de ku ji ber rêyên xirab ên li ser sînorên wê pêk hatine, lêbelê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîmê ve bi tundî bersiva xwepêşandanan hate dayîn, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Ev bûyera trajîk careke din nebûna xizmetên awarte, rêyên trafîkê yên ne-standard û bêberpirsiyariya saziyên peywendîdar kir mijara balkêşiyê û di nav xelkê Awdananê de pêleke hêrs û nerazîbûnê derxist holê. Lêbelê, xwepêşandanên Awdananê yên duh bi tenê bi daxwaza hesabpirsînê ji bo trajediyê sînordar nebûn, di demeke zû de vegeriya deng û rengên siyasî yên li dijî hikûmetê.
Kurdên li seranserê welat rastîya ku Tehran çavkaniya hemû qeyranan û hemû gefên li ser jiyan û ewlehîya wane, tecrûbe kirine. Di heman demê de, ji wê jî têgihiştine ku di nav vê rejîmê de perspektîfeke zelal ji bo reform û bidawîanîna alozî, qeyranan û êşê tune ye. Ji ber vê yekê dengên li dijî rêyên xirab û rêvebirên gendel di hedefgirtina tevahiya rejîmê de zû bi ser ketin.”













