* Sekretera Giştî ya Partiya Basels starke Alternative (BastA!) Franziska Stier diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şert û mercên dijwar de ne azadiya xwe lê perspektîfa çareseriyê li pêş dixe û wiha got: “Tişta ku bi taybetî bandor li min kir daxuyaniyên Abdullah Ocalan ên derbarê diyalog, rêya siyasetê û lêgerînên wî yên çareseriyê bû.”
* Dayika girtiyê mexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan diyar kir ku zarokên wan li girtîgehan di nava nexweşî, tecrîd û zilmê de têne ragirtin û got ku kurê wê Ciwan Boltan li gel nexweşiyên giran jî nayê dermankirin.
* Hevjînê girtiya nexweş Evîn Zapsûyê, Mecîd Zapsû ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş li Enqereyê di çalakiya nobetê de cih girt, ji bo piştgiriya çalakiyê bang li raya giştî kir û wiha got: “Divê civak xwedî li girtiyan derbikeve û bibin dengê girtiyên nexweş.”
* Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen û Hevserokê Şaxa SESê ya Amedê Nazmî Çetînkaya bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên tenduristiyê dan û gotin ev polîtîka bûye sedem ku hevsengiya tenduristiyê xirab bibe.
* Endamê ZIMAN-DERê ya Colemêrgê Alî Kaya ku 12 salan di girtîgehê de maye, bi wêneyên ku xêz dike, çîrokên ku dibêje û helbestên dinivîse afirînerî û serpêhatiya xwe ya hunerî didomîne.
* Serokê Odeya Bijîşkan a Wan û Colemêrgê Prof. Dr. Harun Arslan derbarê pirsgirêkên tenduristiyê yên li Wan û Colemêrgê de diyar kir ku çareseriya krîza heyî ne bi avakirina nexweşxaneyên nû, bi polîtîkayên rast û demdirêj pêkan e û got: “Divê xizmetên tenduristiya parastinê werin xurtkirin.”
* Rojnameger Umut Taştan ê ku piştî qeyim tayînî ser Halk TVyê hate kirin û dest ji kar berda diyar kir ku kesên ku salên berê li dijî êrişên li ser çapemeniya azad bêdeng man û wiha got: “Bi tirsa ‘bila tiştek neyê serê me’ wê demê tenê li êrişan temaşe kirin. Lê îro ew kesên ku temaşe dikirin jî heman encamê dijîn. Heke wê rojê bertek û hevgirtina pêwîst bihata nîşandan, dibe ku îro nikaribûyan bi hêsanî Tele1ê, Halk TV û Sozcu TV bihatana desteserkirin. Desthilat medyayeke di bin rêveberiya xwe de dixwaze.”
* Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye dê li avahiya Komeleya Dema Jinan a li navçeya Beyoglûya Stenbolê bi civînek çapemeniyê Komîsyona Teqîb û Şopandinê ya Jinan a Aştiyê ragihîne. (12:00)
* Li Sêrtê derbarê 25ê Mijdarê de li Eywana Civînê ya Denîz Poyraz dê panel were lidarxistin (13:00)
* Malbatên girtiyên nexweş, OHD, ÎHD û DEM Partî dê çalakiya nobedê ya bêdem ku li ber Wezareta Dadê dan destpêkirin dê di roja 2yemîn de bidomînin. (14:00)










