Li gelek gundên navçeya Farqînê ya Amedê ku di salên 1990î de gelek bûyerên windakirina bi darê zorê û komkujiyên komî bi destê JÎTEMê û Hîzbûlkontrayê lê qewimîbûn. Li gundê Çîçîka bi ser Farqînê ve şikeftek 3 qatî ku bi dehan kilox û hestiyên mirovan têde ne hate dîtin. Dîmenê van hestiyan ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve hate belavkirin.
Li gorî nûçeya nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Azad Altay, li çolterên gundê Boşatê û Çîçika yên bi ser navçeya Farqînê ya Amedê ve di şikefteke ku di nav gel de wekî “Şikefta Ecnebî” tê zanîn de, bi dehan kilox û hestiyên mirovan derketin holê.
Li ser gilîkirina ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re hate kirin, şandeyeke ku ji endam û rêveberên ÎHD, Komeleya Hiqûnqasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê û Baroya Amedê pêk dihat di 19ê Mijdarê de li devera gundê Çîçîkan lêkolîn kir. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azad Altay jî bi şandeyê re çû cihê bûyerê û di şikefteê de hestiyên mirovan tomar kir.

Şikefta 3 qat û tijî hestî!
Şande bi werîsekî 50 metreyî daket şikefta 3 qatî ya li serê çiyayê nêzî gundê Çîçika ye. Di qata yekem de çend kilox û hestî hatin dîtin, lê di qata duyem û sêyem de jî dîmenekî hîn girantir derket holê. Di tariya şikeftê de di navbera 15 û 20 kiloxên mirovan ên ku hin ji wan wekî yên zarokan biçûk bûn û bi sedan hestî hatin dîtin. Li ser hin kiloxan şopên guleyan û li ser hin hestiyan jî şopên şewatê ango îşkenceyê hebûn. Di şikefta ku hemû dera wê tijî hestî ye de, qet parçeyek cilan nehat dîtin.
Akdenîz: Wekî şikefteke mirinê ye!
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHDa Amedê Firat Akdenîz ê ku daket nav şikeftê, ji Azad Altay re axivî û wiha got: “Li wir me ji ya ku em li bendê bûn gelekî zêdetir hestiyên mirovan dît. Li ser hin kiloxên şopên guleyan hebûn û hin ji wan kiloxên pir biçûk ên zarokan bûn. Ji qata yekemîn heta qata sêyemîn wekî şikefteke mirinê bû. Wekî ku mirov anîbin vir û li vir hatibin kuştin. Me hejmar bi temamî tespît nekir.”
Serlêdana lezgîn ji bo serdozgeriyê
Saziyên peywendîdar ji bo ronîkirina buyerê serî li Serdozgeriya Komarê ya Farqînê dan û xwestin ku bi lez lêpirsîn were destpêkirin. Di serlêdanê de hat xwestin ku cihê bûyerê were parastin, kilox û hestî ji bo tespîtkirina nasname û testên DNAyê ji Saziya Tipa Edlî re werin şandin. Her wiha hate xwestin ku li şahidan were guhdarîkirin û di nav de karmendên dewletê jî ku hene hemû berpirsiyar werin darizandin û cezakirin.
Hemû wêne aîdî Ajansa Mezopotamyayê ne.
Çend wêneyên ku ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve hatine tomarkirin, bi vî rengî ne:













