Li navçeya Farqîna Amedê ji ber barana zêde lehî rabû û kuçe û cade di bin avê de man.
Li navçeya Farqînê baran û teyroka ji nîşkê ve bi dijwarî bariya, bû sedem ku ava ji quntarên çiya herikî û kuçe û cadeyan da ber xwe. Piştî ku lêhî rabû, tîmên Şaredariya Farqînê dest bi xebatê kirin.
Tîmên şaredariyê li herêmên ku ji lêhiyê bandor bûne destwerdanên hewce kirin û xebatên xwe domandin da ku veguhastin û jiyana rojane neyên astengkirin.
Xebatên tîmên şaredariyê yên li qadê dê heta kêmbûna bandora baranê û ji holê rakirina xetereya lehiyê berdewam bikin.


















