Wan – Di zimanê Kurdî de peyvên diyardeyên hewayê ba, baran, bahoz, bager, berf hwd. hemû bi tîpa ‘b’yê dest pê dikin. Zimanê Kurdî zimaneke ji malbata Hind-Ewropî ye û koka xwe ji zimanên proto-Îranî ango Aryenî digire. Di pêvajoya dîrokî ya avabûna zimanê Kurdî de, dengên “w/v” yên nerm ku berê di zimanê Proto-Hînd û Ewropî de diyardeyên hewayê bi van dengan dest bê dikirin, gihiştiye qonaxeke hişk û veguheriye dengê ‘b’yê.
Di Kurdî de gelek peyvên diyardeyên hewayê yên mîna ba, baran, bager, boran, bahoz, berf hwd.) bi tîpa ‘b’yê dest pê dikin. Sedema sereke ya vê diyardeyê bingeha rûniştî ya zimanê Kurdî ya di malbata Hind-Ewropî de ye. Bi taybetî jî taybetmendiyên dengsazî û fonetîka zimanên Îranî yên kevn in. Gelek peyvên xwezayê ji kokên zimanên pir kevn tên. Bi demê re dengên di zimanên kevn de guherîne. Di zimanên Îranî yên rojavayî ku Kurdî jî yek ji wan e de dengên wekî ‘w’an jî ‘v’ yên kevnar parastî mane, veguherîne tîpa ‘b’yê. Ji bo nimûne, peyva baran di zimanên kevn de bi dengê “w- (war)” dest pê dikir, lê di Kurdî de bûye ‘b’.
Koka peyvên hemanên xwezayê çima byê?
Ev peyvên ba, baran, bager, bahoz, brûsk, berf hwd. hemû diyardeyên sereke yên xwezayê û rewşa hewayê ne. Di etîmolojiyê de ev rewş xwe dispêre Koka Zimanên Hind-Ewropî ya Hevpar (PIE). Di pêvajoya dîrokî ya avabûna zimanê Kurdî û zimanên herêmî yên nêzîk de, ev dengê ‘w/v’yê nerm gihştiye qonaxeke hişk û veguheriye dengê ‘b’. Di kozmolojî û hişmendiya kevnarî ya Kurdan de, “Ba” hêza bingehîn a tevger, guhertin û jiyanê ye. Ji ber vê yekê, gelek diyardeyên xwezayê yên ku bi hewa, bahoz û tevgerê re têkildar in ji vê kokê çêbûne.
* Ba: Di zimanên kevn de ji koka “we” (pifkirin, pûkirin) tê. Di Sanskrîtî de “vata”, di Avestayî de “vato” ye. Ev dengê ‘v’ di Kurdî de bûye ‘b’.
* Baran: Koka wê di zimanên kevn de wekî “war” (av, barîn) derdikeve pêş. Di Sanskrîtî de “var”, di Pehlewî de “waran” bû ku di Kurdî de jî ziviriye ‘b’yê.
* Berf: Ev peyv rasterast ji koka Proto-Îranî ya “wafrah” tê. Di zimanê Avestayî de wekî “vafra”, di Pehlewî (Kurdî/Farisiya Navîn) de wekî “vafr” an “wafr” derbas dibe. Dengê ‘w/v’yê destpêkê di zaraveya Kurmancî de guheriye û bûye ‘b’. Ji ber vê yekê “wafr” weke “berf” teşe girtiye. (di zaravayê Soranî de befr, di zaravayê Zazakî de vewre, di zaravayê Hewramî de wewre ye.)
Peyvên hevedudanî (bager, bahoz û brûsk)
Hinek ji van peyvan ne ji yek koka sade ne, lê belê ji tevlibûna peyva “Ba” (wind) ava bûne. Ji ber ku koka sereke bi ‘b’ dest pê dike, peyvên nû yên li ser hatine avakirin jî bi tîpa ‘b’ dest pê dikin.
* Bager: Peyveke hevedudanî ye û ji du peyvan pêk tê. “Ba” pêkhateya yekem, “Ger/Gerîn” jî pêkhateya duyem e. “Ger/Gerîn” ji koka gar- an, gerîn, zivirîn, geriyan, lîstik tê. Gava ev her du digihîjin hev (Ba + ger), di wateya ferhengî de dibe “bayê ku dizivire / bayê zivirî”. Ev yek rasterast li gorî sirûşta bagerê ye, çimkî bager bayê tûj û bagerokî ye ku berf an tozê di nav xwe de dizivirîne.
* Bahoz: Ev peyv bi xwe ji du beşan pêk tê. Ba+Hoz (Xoz/Xwaz) ku tê wateya herêm, kom an sînorê livînê. An jî bi kurtasî tê wateya “ba”yê ku li dor xwe dizvire – “ba”yê xurt.
* Brûsk: Ev peyv di zimanên Îranî yên kevn de wekî “vroas / viraoca (biriqandin, ronahî dan)” tê dîtin. Di Kurdî de dengê ‘v’ li pêşiya tîpa ‘r’ rûniştiye û bi demê re wekî “brûsk (biriqîna asmanî)” cîh girtiye.
Bi kurtasî; pêşiyên Kurdan beriya hezarên salan dema nav danîne ser van diyardeyên xwezayê, di zimanê wan ê wê demê de ev peyv bi dengê ‘w’ an ‘v’ dihatin gotin. Di sedsalên paşiyê de, li gorî taybetmendiya fonetîk a Kurdî, ew deng hemû bûn ‘b’ û ev ahenga bedew a di navbera peyvên xwezayê de derketin holê.













