Stenbol – Li gorî daneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li gelek navçeyên Stenbolê serê qeremetreyê 242 kîlo baran barî ku ev piştî sala 1985an barana herî zêde ye. Bi baranê re Stenbolê 2 kes jiyana xwe ji dest da, bi hezaran avahî di bin avê de man, bi kar anîna motorbiskêlatan hate qedexekirin û hat gotin eger ji neçarî nebe bila kes ji malên xwe dernekeve.
Ji Duh ve li Stenbolê bênavber baran dibare. Bi sedema baranê li gelek navçeyên Stenbolê lehî rabû. Ji ber ku li bajêr şînahî gelek kêm e û binesaziya bajêr ne xurt e hema bêje tevahî bajar di bin avê de ma. Ji ber ku ax nikare ava baranê bigire, av kom dibe û lehî radibe. Navenda Koordînasyona Karesatê (AKOM) diyar kir ku sibe li tevahî bajêr baranekî zêde bibare.
2 kes jiyana xwe ji dest da
Bi sedema lehiyê li Parka Çukurbostanê ya li taxa Balatê ya navçeya Fatîh a Stenbolê zarokek 14 salî ji ber ku pê li çala ku av tije bûbû û ceyran pê pet jiyana xwe ji dest da. Li Taxa Ayazagaya navçeya Sariyerê kesek ket nav ava lêhiyê fetisî. Gelek welatî jî ji ber ava lehiyê birîndar bûn. Lê ji ber ku rê girtî bûn, welatî nekarin biçin li nexweşxaneyan û li malên xwe hatin dermankirin.
Serê qeremetreyê 242 kg baran barî
Li gorî daneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ye li navçeya Beykozê û navçeyên aliyê Ewropayê serê qeremetreyê 242 kg baran barî ku ev piştî sala 1985an barana herî zêde ye. Bi sedema vê baranê li Beykozê gelek dikan û mal di bin avê de man, gel û wesayît li ber avê ketin. Gelek navçeyên Stenbolê jî herî kêm serê qeremetreyê re di navbera 50 û 95 kg baran barî. Ji ber barana zêde li Çemê Kagitxaneyê lehî rabû û talukeyekî mezin derket holê.
Çûn û hatin sekinî
Ji ber barana zêde gelek cihan lehî rabû, rê xera bûn û av li kolanan kom bû. Li Stenbolê duh ji ber lêhiyê li gelek navçeyan çûn û hata sekinî trafîk têk çû. Gelek welatî heya derengiya şevê li derve man an jî neçûn li malên xwe. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê xwest ku welatî bi wesayitên xwe yên taybet dernekevin trafîkê û wesayitên komî bi kar bînin. Lê rawestgehên metroyan, otobus û tramvay jî di nav avê de man. Gelek welatî di rê de man û nekarin ji wesayitên xwe derbikevin. Welatî dîsa ji aliyê welatiyên din hatin rizgarkirin. Ji ber barana zêde Walitiya Stenbolê ragihand ku li tevahiya Stenbolê dibistan hatine batlanekirin, bi kar anîna motorbiskêlan hatiye qedexekirin. Lê tevahî barana zêde Walîtî û Şaredariya Stenbolê nekarin tedbîrên xurttir bigirin. Bi sedema vê jî gelek welatî mexdûr bûn. Walîtiya Stenbolê xwest neçarî nebe welatî ji malên xwe dernekevin.
Li gorî Navenda Koordinasyona Karesatê (AKOM) li Stenbolê îro jî baran bênavber berdewam bike. AKOMê ji bo sibe bal hişyarî da û xwest welatî ji bo barana zêde hişyar bin.













