Yekîtiya Ciwanên Komînalîst ên Kurd (YCK-KURD) dê di 13ê Kanûnê de li Amedê kongreya damezrandina xwe li dar bixe. Beriya kongreyê zextên polîsan jî li ser xebatên YCK-KURDê didome. Herî dawî hesabên X, Instagram û Tîktokê hate girtin.
Yekîtiya Ciwanên Komînalîst ên Kurd (YCK-KURD) beriya kongreya xwe ya ku dê di 13ê Kanûnê de li Amedê li dar bixe. YCK-KURD li her bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê konferans û civînan pêk tîne.
Endamên YCK-KURDê bi gefên polîsan re rû bi rû dimînin û herî dawî hesabên X, Instagram û Tîktokê yên YCK-KURDê hatin girtin.
YCK-KURD derbarê zext û sansurê de daxuyaniyekî nivîskî da. Daxuyaniya YCK-KURDê bi vî rengî ye: “Di demekî nêz de hesabên me gihişt bi milyonan. Bi vê encamê hesabên me yê X, Instagram û Tîktokê hatin girtin. Em li vir bang dikin; hûn çiqas hesabên me yên medyayê dijîtal asteng bikin jî em ê rêya xwegihandina hevrêyên komînalîst bibînin. Banga me li hevrêyên ciwan e; ku hesabên me bişopînin.”
Hesabên nû yên YCK-KURDê ev in: X: @yckk_dijital ; Tiktok yckkkfrblw6 ; Instagram yckkdijital_













