Înisiyatîfa Hurmeta Ji Bo Miriyan û Dadweriyê, derbarê hestî û kiloxên ku li Farqînê hatibûn dîtin daxuyanî da û wiha got: “Ji ber ku hê nehatiye diyarkirin ka ev hestî yên kê ne, divê ev bûyer bi lêpirsîneke serbixwe û çalak were zelalkirin.”
Înîsiyatîfa Hurmeta Ji Bo Miriyan û Dadweriyê, derbarê kilox û hestiyên ku di şikefteke sê qatî ya li navçeya Farqînê ya Amedê de derketibûn holê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Farqîn û derdora wê di salên 1990î de yek ji wan herêman bû ku bûyerên windakirina bi darê zorê, înfazên bêdaraz û kuştinên kiryarên wan ne diyar lê zêde bûbûn. Înîsiyatîfê diyar kir ku ev rastiya dîrokî îhtimala ku ev hestiyên kesên ku di wê serdemê de hatine windakirin an kuştin bin xurt dike û wiha got: “Divê bi lêpirsîneke serbixwe û lez were zelalkirin ka ev hestî yên kê ne û sedemên mirina wan çi ne.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser gumanên goreke komî û wiha hat gotin: “Dîtina hestî û kiloxên li qatên cuda yên şikeftê gumanê çêdike ku ev der wekî goreke komî û veşartî hatibe bikaranîn. Hiştina cenazeyên mirovan bênav li ser hev di şikeftekê de, li dijî rûmeta mirov û hurmeta ji bo miriyan e. Ev cenaze nikarin wekî bermahiyên bêxwedî werin dîtin; li pişt her bermahiyekê jiyanek, nasnameyek û malbateke ku li benda agahiyekê ye heye.”








