• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
18 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Otomatik taslak

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Platforma Şiyar Be: Em ê bi hev re Farqînê biparêzin

    Stranbêj Yûnûs Coşkûn jiyana xwe ji dest da

    Stranbêj Yûnûs Coşkûn jiyana xwe ji dest da

    ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

    ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Şandeya DEM Partiyê serdan kesên ji xwarinê jehrî bûn, kir

    Otomatik taslak

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Gelê Amedê ji bo maça Amedsporê amade ye

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

    Platforma Şiyar Be: Em ê bi hev re Farqînê biparêzin

    Stranbêj Yûnûs Coşkûn jiyana xwe ji dest da

    Stranbêj Yûnûs Coşkûn jiyana xwe ji dest da

    ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

    ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Aktîvîstê Ekolojiyê: Bajarê kapîtalîst hilweşîna ekolojiyê ye

Omer Demîr / AW

17 COTMEH 2026 - 09:18
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Stenbol – Aktivîstê Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê Cemîl Aksû bal kişand ser karesata lêhiyê ya Stenbolê pêk hatiye û wiha got: “Bajarê kapîtalîst hilweşîna ekolojiyê ye. Park û daristanên Bakur ên di hundirê Stenbolê û li derdora wê de bûn, bi lez hatin wêrankirin. Bi gelek caran derxistina efûyên avahîsaziyê, li Stenbolê, plansaziya bajêr bi hêsanî li gorî berjewendiyên rantê dihatin guhertin. Ev yek jî bingeha karesatan ava kir.”

Li Stenbolê ev nêzî 3 roj in baran dibare û du roj dibistan ji ber barana zêde hatin betlanekirin. Navenda Koordînasyona Kerasatê (AKOM) ragihandibû heta 17ê mehê dê baranek zêde bibare.

Li Stenbolê heta ji ber lehiyê 5 kes jiyana xwe ji dest dane. Li navçeya Fatîh a Stenbolê zarokekî 14 salî pê li çaleke bi ceyranê ketibû kir, jiyana xwe ji dest da. Herwiha 3 kes ber ava lêhiyê jiyana xwe ji dest dan. Li Kocaeliyê jî welatiyek li ber ava lehiyê çûbû û jiyana xwe ji dest dabû. Heta niha ji ber karesata lêhiyê yek jê zarok 5 kes jiyana xwe ji dest dane û li Stenbolê hê jî 3 kes jî winda ne. Çend welatî jî ji ber ava lehiyê ketibûn erdê û birîndar bûbûn, hin welatî jî di xanî, dikan û wesayîtên asê de man. Li Stenbolê avahî, bi awayeke bê seruber hatine avakirin û bêyî tesîsata tehliyekirina ava baranê hatine çêkirin. Zevi, kolan û derdorên bi betonê hatine çêkirin, dar û qadên şînahî lê hatien bi dawîkirin av axê naçe xwarê, komî ser hev dibe sedema lêhiyê.

Aktivîstê Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê Cemîl Aksû derbarê karesatan û sedemên wan de axivî.

‘Avakirina bajarên kapîtalîst hilweşînekî ekolojiyê ye’

Cemîl Aksû diyar kir ku bajarê kapîtalîst bêyî ku ekosîstem were hesibandin hatiye avakirin û wiha axivî: “Jixwe di serî de avakirina bajarên kapîtalîst hilweşînekî ekolojiyê ye. Ji ber ku avahîsazî li gorî hesabên rantê hatiye çêkirin. Daristan hatine tunekirin, darên ku di parkan de mirov li ber siha wê rûdine jî hatine jêkirin. Ekosîstemên çem û kaniyan an bi tememî tunekirin an jî bi betonê hatine tijekirin. Çemên ku bin rûbarên wê bi betonê hatine tijekirin, zirarê didin pergala ekolojiyê. Ev tevahî nîşan didin ku bajarê kapîtalîst hilweşîna ekolojiyê ye. Îro ne tenê li Tirkiyeyê, li gelek bajarên mezin ên cîhanê jî piştî barîna barana zêde, em dîmenên lehiyan dibînin. Bêguman, li bajarên wekî Stenbol û Enqereyê rewşa pergala kapîtalîst gelek eşkere dibe. Ji ber ku ji salên 1950î û vir ve, dema ku pêlên mezin ên bajarîbûnê dest pê kirin, ev bajar ji aliyê siyaseta rastgir û lîberal ve hatine birêvebirin. Berî sala 1950î jî têgihiştineke pir cuda tune bû, lê ji ber ku ev sal di dîroka kapîtalîzma Tirkiyeyê de salên rabûna wê bûn, dikarin wekî xalek xebatê bên destnîşankirin.”

‘Park û daristanên Stenbolê û li derdora wê hatin wêrankirin’

Di berdewama axaftina xwe de Cemîl Aksû destnîşan kir ku piştî sala 1980î, hem leza vê pêvajoyê hem jî bandora kapîtalîzmê zêde bû û di salên rêveberiya AKPê de ev yek gihîşt asta herî bilind û ev tişt got: “Em dibînin ku salên AKPê salên zêrîn ên neolîberalîzma bû. Encamên pratîkî yên polîtîkayên pêşxistina aboriyê û berhevkirina sermayeyê, bi rêya sektora avahîsaziyê, bûn projeyên veguherîna bajarî. Park û daristanên Bakur ên di hundirê Stenbolê û li derdora wê de bi lez hatin wêrankirin. Bi gelek caran efûyên avahîsaziyê li Stenbolê hatin amadekirin ku plansazî bi hêsanî li gorî berjewendiyên rantê dihatin guhertin. Ev yek jî bingeha karesatan ava kir. AKP hê jî dixwaze bi hişmendiyekê bêaqil projeyên mega, bi nifûseke maga, ji bo projeya bajarê mega bidomîne. Erdogan gelek caran dibêje ku wan xiyanet li Stenbolê kiriye. Ji ber ku Stenbol paytexta Osmaniyan bû, lê tevî van gotinan jî xwe nikare ji xiyanetê jî dûr bigire dest. Dibêjin ‘Tenê bila pere werin, wekî din ne girîng e’. Li pêşiya Stenbol karesatên pir mezintir hene; em dikarin van bûyeran wekî pêşdîtinekê bibînin. Ji ber ku desthilatdar ne avhewayê nas dike ne jî ekosîstemê; ew tenê pergala pere û fonan nas dike.”

‘Di pergala kapîtalîst de tiştê ekolojiyê pere nakin’

Cemîl Aksû di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ne bajarên ekolojîk, lê bajarên komunîst dikarin pêşî li lehiyan bigirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di pergala kapîtalîst de tiştên ekolojîk pere nakin. Daristanan tune dikin, li şûna wan avahiyan çêdikin û wan avahiyan jî wekî ‘daristan xuya dike’ reklam dikin. Li ser banên wan panêlên rojê datînin û wan kesk dikin, bi vê rengî ekolojîk didin avahiyan. Em nikarin bajêr ji pergala hilberînê û şêwaza hilberînê cuda binirxînin. Sermaye dikare ji bo xwe kompleksên kesk, girav û heta stêrkekê jî ava bike. Lê ev yek dê li pey xwe dojeke ekolojîk û aborî ku li dijî mirovahiyê ye, bihele. Ji bo ku mirov bi xwezayê re, di nava ahengekê de bijî; divê pergala nirxên kapîtalîst were derbasbûn. Nîqaşkirina têgeh û diyardeyên wekî bajarîbûn, pîşesazî û modernbûnê, bêyî ku ew ji hilberînê û pergalên hilberînê bên cudakirin, ji bilî gotinên bêwate tişteke din nîn e. Em dikarin bi rehetî bêjin ku komunîzm, çareseriya pirsgirêkên ekolojîk û yên bajarî jî ye.”

Etîket: 3 winda5 mirîAktîvîstbaranCemîl AksuekolojîKaresatKolektîfa Ekolojî ya Polenêlehî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê 4 kes di lehiyê de mirin û 3 kes jî winda ne

Li Stenbolê 4 kes di lehiyê de mirin û 3 kes jî winda ne

16 COTMEH 2026
Li Stenbolê kesek din ji ber lehiyê mir

Li Stenbolê kesek din ji ber lehiyê mir

15 COTMEH 2026
Li Stenbolê dibistan sibê jî girtî ne

Li Stenbolê dibistan sibê jî girtî ne

15 COTMEH 2026
Li Stenbolê felaketa lehiyê: 2 kes mirin û bi sedan cih di bin avê de man

Li Stenbolê felaketa lehiyê: 2 kes mirin û bi sedan cih di bin avê de man

15 COTMEH 2026
Li Farqînê lehî rabû

Li Farqînê lehî rabû

2 COTMEH 2026
Hewa hênik dibe, baran didome

Hewa hênik dibe, baran didome

2 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kurdistanê koçberî: Wanî li Wanê nasekinin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne