• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Encamên hilbijartina BATSOyê ya Êlihê diyar bûn

    Encamên hilbijartina BATSOyê ya Êlihê diyar bûn

    Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê ji giravê vegeriya 

    Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê ji giravê vegeriya 

    Îlham Ehmed: Piştgiriya Rojava berpirsiyariyeke hevbeş e

    Îlham Ehmed: Piştgiriya Rojava berpirsiyariyeke hevbeş e

    Di çalakiya nobetê de nameya Evîn Zapsû hat xwendin

    Di çalakiya nobetê de nameya Evîn Zapsû hat xwendin

    YCK-KURD a Marmarayê: Dem dema azadiyê ye

    YCK-KURD a Marmarayê: Dem dema azadiyê ye

    Tanhan: Heke aştiyê dixwazin bila ewilî girtiyên nexweş berdin

    Tanhan: Heke aştiyê dixwazin bila ewilî girtiyên nexweş berdin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Encamên hilbijartina BATSOyê ya Êlihê diyar bûn

    Encamên hilbijartina BATSOyê ya Êlihê diyar bûn

    Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê ji giravê vegeriya 

    Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê ji giravê vegeriya 

    Îlham Ehmed: Piştgiriya Rojava berpirsiyariyeke hevbeş e

    Îlham Ehmed: Piştgiriya Rojava berpirsiyariyeke hevbeş e

    Di çalakiya nobetê de nameya Evîn Zapsû hat xwendin

    Di çalakiya nobetê de nameya Evîn Zapsû hat xwendin

    YCK-KURD a Marmarayê: Dem dema azadiyê ye

    YCK-KURD a Marmarayê: Dem dema azadiyê ye

    Tanhan: Heke aştiyê dixwazin bila ewilî girtiyên nexweş berdin

    Tanhan: Heke aştiyê dixwazin bila ewilî girtiyên nexweş berdin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Prof. Dr. Beyza Ustun: Pergala kapîtalîst çav berdaye tevahiya Kurdistanê!

Dogan Korkmaz / AW

22 MIJDAR 2026 - 09:08
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Wan – Akademîsyen û aktivîsta ekolojiyê Prof. Dr. Beyza Ustun derbarê talankirina ekolojîk û polîtîkayên desthilatdaran ên li ser xwezayê de axivî û wiha got: “Hegemonên kapîtalîst bi destê hikûmeta Tirkiyeyê jîngeha me tune dikin.”

Bi salan e xwezaya Kurdistanê û Tirkiyeyê bi destê dewlet û şîrketan tê talankirin. Lê bi taybetî piştî şerê di navbera Hêzên Biçek ên Tirkiyeyê (TSK) û Hêzên Parastina Gel (HPG) de hat sekinandin, projeyên talankirinê li Kurdistanê zêde bûn û bi hemû leza xwe didome. Li dijî talankirinê; têkoşîna ekolojîst û xelkê gundan ku parastina ax û xwezaya xwe dikin, jî didome.

Derbarê projeyên qirkirina jîngehê û nezîkatiya desthilatê de akademîsyen û aktivîsta ekolojiyê Prof. Dr. Beyza Ustun ji bo Ajansa Welat axivî.

‘Hikûmet cîbicîkarê pergala kapîtalîst e’

Beyza Ustun bal kişand ser cîbicîkariya hikûmetê ya di talankirina xwezayê de û got ku hikûmet, di rastiyê de cîbicîkarê dewletê û pergala kapîtalîst e. Beyza Ustun diyar kir ku heke siyaseta wan rast bûya, wê ev cîbicîkarî bi vî awayî negirta ser xwe û wiha axivî: “Lê niha bi kêfxweşî digire ser xwe. Desthilat, qad û cihên ku kapîtalîst dixwazin, dikare bi rehetî ji şirketên madenê, şirketên înşeatê û şirketên enerjiyê re veke. Bi awayekî lez raporên Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) tên dayîn. Her kes dikare van raporan li ser malpera Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê bibîne. Dema em li vê lezê dinêrin, ew dikarin vê yekê ji bo her qada vê erdnîgariyê, ji bo her deverê bimeşînin. Yanî bi rêya ÇEDê talankirina hemû jîngeha me dikare bi lez bimeşînin û vê yekê jî bi giranî li Kurdistanê dike.”

‘Desthilat pêkanînên pergala kapîtalîst bicih tîne’

Beyza Ustun bi bîr xist ku polîtîkayên desthilatê ên derbarê xwezayê de, di pêvajoya aştiyê ya 2014an de wekî niha dijwar û hovane nebû, kêm kêm dikir û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî ku pêvajoya çareseriyê ya yekem bi dawî bû, talana xwezayê hîn tundtir kir û îro êdî gihandiye wê astê ku dixwaze bajaran û qadên jiyanê bi temamî ji holê rake. Dema hûn li gelek deverên wekî Şirnexê, Cizîrê û Sûra Amedê dinêrin, ji çand û kevneşopiya xwe dûr ketine. Ev dever, bi temamî hatine veguherandin, hatine guhertin, ketine formê ku pergala kapîtalîst dixwaze û bûne objeyên siyasî. Desthilat, hemû pêkanînên pergala kapîtalîst bi biryar û erêkirinên xwe yên siyasî bi rê ve dibe.”

‘Polîtîkayên talankirinê bi taybetî li Kurdistanê pêk tên’

Beyza Ustun diyar ki ku bi talankirina erdnîgariya Kurdistanê, bîra kolektîf a civakê dikujin û zirarên bêveger didine xwezayê û got ku ev zirar bi hevkariya hegemonyaya kapîtalîst û desthilata Tirkiyeyê pêk tê. Beyza Ustun bi domdarî wiha got: “Piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ em ketine pêvajoyeke cuda, lê hûn dîsa dinêrin ku biryarên di van qadan de tên dayîn bêyî ku leza xwe kêm bikin tên meşandin. Yanî bi awayekî pir bi lez li Kurdistanê hê jî qadên xwezayî, hebûnên xwezayî, heta cihên wekî Heskîfê ku em careke din nikarin vegerînin û şûna wan tije bikin, yên ku bîra bi deh hezaran salan diparastin êdî gihandine rewşeke bêveger. Vê yekê bi taybetî dikin. Ev di rastiyê de polîtîkayek e. Dema em li şerên ku li Rojhilata Navîn dimeşin jî dinêrin, em dibin şahid ku polîtîkayên talankirinê yên ku xizmeta komkirina sermayeyê dikin û hegemonyaya dewletên kapîtalîst xurt dikin, bi taybetî li Kurdistanê pêk tên û polîtîkayên tundiyê hegemonan xurttir dikin.”

‘Di bingeha şerên Rojhilata Navîn de, domandina hegemonyaya kapîtalîst heye’

Beyza Ustun anî ziman ku her çi qas berpirsiyarê polîtîkayên qirkirina jîngehê ya li Kurdistanê desthilata Tirkiyeyê be jî, ew bi aqilê xwe tenê tevnagere û wiha pê de çû: “Her çiqas yên ku derdikevin pêş û xuya dikin ew bin jî, di rastiyê de aqilê hevgirtî yê pergala kapîtalîst, pergala patrîyarkal (baviksalar) û pergala faşîst e. Yanî çav berdaye tevahiya Kurdistanê. Li pêvajoya Îsraîl-Filistînê jî binêrin, li zextên ku li Rojhilata Navîn didomin û yên ku li ser Rojava û li ser gelan tên kirin jî binêrin. Di bingeha destdanîna ser qadên jiyanê yên li tevahiya erdnîgariya Mezopotamyayê û komkirina sermayeyê de domandina hegemonyaya kapîtalîst heye.”

‘Hevgirtina gelan wê pergala kapîtalîst têk bibe’

Beyza Ustun destnîşan kir ku xilasiya ji pergala mêtînger û hegemonîk bi rêya têkoşîna gelan pêk pêkan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêya xilasiyê ew e ku gel bi hev re jiyaneke azad bihûnin. Divê li dijî vê pergala baviksalar, bi aqilê xwe û bi helwesta xwe ya polîtîk pergalekê bi hev re bihûnin. Yanî tu rêyeke din a xilasiyê tune ye. Pêvajoyeke ku şer lê tune be û azadî lê hebe, bi awayekî din nayê hûnandin. Ji ber vê yekê kirde em in, em gelên ku li vî welatî dijîn in. Em vê têkoşînê bi hev re bimeşînin. Dema me ev yek pêk anî, jixwe ne pêkan e ku pergal li dijî gelan, li dijî îradeya gel tiştekî ew qas bi hêz bike. Lê helbet ev yekbûn niha gelekî birîndar bûye. Gelek pirsgirêkên gelan hene, rewşên wan ên perçekirî hene. Berdêlên cidî yên ku dane hene, gelekî westiyayî ne. Lê tevî vê yekê, dema hûn li biryardariya gelan dinêrin, hûn tu kêmbûnekê nabînin. Yanî bi taybetî jin bi tu awayî dev ji biryardariya têkoşînê bernadin û ew dê vê jiyanê azad bikin. Ev yek wê bi ser bikeve, bêguman wê bi ser bikeve, lê ne pêkan e ku ji îro heta sibê ji nişka ve bibe, ev pêvajoyek e.”

Etîket: Beyza Ustunekolojîtalankirina xwezaya Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aktîvîstê Ekolojiyê: Bajarê kapîtalîst hilweşîna ekolojiyê ye

Aktîvîstê Ekolojiyê: Bajarê kapîtalîst hilweşîna ekolojiyê ye

17 COTMEH 2026
Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

25 ÎLON 2026
Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

12 TEBAX 2026
Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

24 TÎRMEH 2026
Festîvala Kanîreşê: Dê hem aştiya civakî û hem jî eko-aştî pêk bê

Festîvala Kanîreşê: Dê hem aştiya civakî û hem jî eko-aştî pêk bê

23 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne