Di hilbijartina BATSOyê ya Êlihê de encamên fermî diyar bûn, Ferdî Kûrt di hemû komên pîşeyî yên ku encamên wan hatine parvekirin de di rêza yekemîn de cih girt.
Hilbijartina Komîteyên Pîşeyî yên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Êlihê (BATSO) bi encam bû. Di hilbijartina ku lîsteyên Abdûlkadîr Demîr, Bayram Demîrhan û Ferdî Kûrt tê de pêşbazî dikirin de, lîsteya Ferdî Kürt di 10 komên pîşeyî de ji 11 koman bû yekemîn. Lîsteya Bayram Demîrhan di koma pîşeyî ya 2yemîn de bi ser ket, lîsteya Abdûlkadîr Demîr jî di tu komên pîşeyî de nebû yekemîn.
Li gorî encamên hatine parvekirin; Ferdî Kûrt 2 hezar û 69, Bayram Demîrhan hezar û 192 û Abdûlkadîr Demîr jî 997 deng wergirtine.
















