Tevgera ‘Qêrîna Jinên Afgan’ di daxuyaniya ku bi boneya 25ê Mijdarê weşand de, banga bidawîanîna tundî, cudakarî û binpêkirina mafên jinan û zarokên keç kir.
Bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, Tevgera ‘Qêrîna Jinên Afgan’ li Afganistanê, daxuyaniyek weşand û tundî, cudakarî û binpêkirina mafên jinan û zarokên keç şermezar kir û banga bidawîanîna hemû cureyên tundiyê kir.
Jinên Afgan bi salan e rastî her cure tundiyê tên
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinên li Afganistanê bi salan e bi gelek cureyên cuda yên tundiyê re rûbirû ne û ji mafên xwe yên bingehîn hatine bêparkirin. Di nava binpêkirinan de êrîşên fîzîkî, kuştin, gefxwarin, zewaca bi zorê û astengkirina mafê perwerdeyê û kar hene.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê tu jin ji ber zayenda xwe ji mafên xwe yên jiyan, perwerde, kar, azadî û rûmeta mirovî bêpar nemîne û di vê çarçoveyê de bang li civaka navnetewî, rêxistinên mafên mirovan û parêzvanên mafên jinan hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku li hemberî tundî û cudakariya li dijî jinan li Afganistanê bêdeng nemînin û hat gotin ku ji bo misogerkirina ewlehiya jinan, gihîştina dadmendiyê û parastina mafên wan ên bingehîn gavên berbiçav û bi bandor bên avêtin.













