• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji goristana Ayçî heta kolana Cebraîlê: Jin Jiyan Azadî

Navenda Nûçeyan

16 HEZÎRAN 2026 - 12:53
Kategorî: JIN
A A
Li Afganistan û Îranê tevî qedexeyên giran ên li dijî jinan, têkoşîna jinan di qada giştî de didome. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye sembola daxwazek hevpar ku sînoran derbas dike.

Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji hêla rejîma Îranê ve, li hemû cîhanê belav bû, niha li bajar, kolan û taxên Afganistanê bilind dibe û tirs dixe dil û hinavê zilamê serdest.

Jiwan Şerîfzade di nivîsa xwe ya ku ji ajansa Nûjinhayê de bal kişandiye ser bandora felsefeya Jin Jiyan Azadî ku niha li kolanên Afganistanê olan dide.

Di rejîmên serdest ên wek Talîban û Komara Îslamî ya Îranê de, dewlet an jî desthilatî hewl didin bi rêya kontrola li ser bedenê jinan, sazûmaniya siyasî ji nû ve hilberînin; pêçandina mecbûrî dibe yek ji xalên destpêkê yên vê serdestiyê.

Bi salan e, jinên li Îran û Afganistanê, awayên cuda ên têkoşînê dijîn û bi hêza jinan hewl didin van astengiyan derbas bikin. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku piştî kuştina Jîna (Mahsa) Emînî ji aliyê hêzên dewletê ve bilind bû, yek ji mînakên herî girîng ên van hewldanan e. Ev dirûşma ku di sala 2022yan de li goristana Ayçî ya li Seqizê bilind bû, li seranserê cîhanê belav bû.

Di rojên dawî de li Heratê li dijî jinan bi hinceta ‘li gor pîvanên hîcabê yên Talîbanê tevnagerin’ mudaxeleyên li kolanan, binçavkirinên ku ji aliyê endamên Emr-î Maruf ve tên kirin û pevçûnên di navbera Talîban û xwepêşandanên li kolana Cebrîal de, bû sedema bertekên berfireh.

Ezmûnên jiyana jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nîşan didin ku ew, beşên ku herî zêde êşa jinên li Afganistanê fêm dikin in. Ji ber ew jî bedenên ku tê xwestin bên kontrolkirin, kirine qadek têkoşînê, her roj bi porê xwe li dijî desthilatdariya rejîmê derdikevin. Ev berxwedan ne tenê bi mijara pêçandinê yan kolanan ve sînordar e; li mal, girtîgeh û her qada ku têkoşîna mafên mirovan ên jinan lê didome zêde dibe. Îro, jinên li Rojhilat û Îranê xwe wekî dengê xwişkên xwe yên li Afganistanê dibînin û bi coş li gel wan dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz dikin.

Ji êşê ber bi ezmûnê ve: Ezmûna hevpar a jinbûnê ya li derveyî sînoran

Belkî xala herî girîng a hevpar a jinên Îran û Afgan, fêmkirina pirsgirêk ne tenê li ser cil û bergan an jî mafek taybet e; pirsgirêka bingehîn, mafê diyarkirina çarenûsê ye. Jina 25 salî ku li Bokanê dijî Kîmya M. têkildarî mijarê wiha got: “Jin li dijî fikrê ku dewlet an hêza siyasî dikare li ser beden, jiyan û pêşeroja wan biryar bide, serî radike. Ji ber dema hikûmetek jinan kontrol bike, kontrolkirina beşên din ên civakê pir hêsantir dibe. Ezmûnên hevpar ên jinên li Rojhilata Navîn a berxwedan, têkoşîn û cudakariya li ser bingeha zayendî hene. Lê belê, ji ber wekheviya di navbera Talîban û Komara Îslamî ya Îranê de, jinên Afgan û Îranî êşên hevdu baştir fêm dikin. Ji bo cîhanek çêtir û pêşerojek çêtir ji bo jinan, divê em li dijî pergalên serdest bisekinin û derbarê çarenûsa xwe de bi xwe biryar bidin.”

Pêwîstiya yekgirtina jinan

Têkoşîna ku jinên li Afganistan û Îranê di nav gule, xwîn û zexta sîstematîk de didomin, nîşaneya berbiçav a hevgirtina jinan e. Li gorî gelek parêzvanên mafên jinan, ev ruhê hevgirtinê kesên di civakên mêr lê serdest in de desthilatdar in ditirsîne.

Parêzer û aktivîsta mafê jinan Pexşan Q. mîna gelek jinan, balê dikşîne ser girîngiya hevgirtina jinan û peyama piştgiriyê dide jinên Afganistanê û dibêje: “Em nikarin xwe ji jinên Afgan cuda bibînin. Jinên Afgan hem li Îranê û hem jî li welatê xwe bi zilmê re rû bi rû ne. Bi heman awayî, jinên Îranê mîna Çîman Huseyînzadeh ku vê dawiyê li Afganistanê hate kuştin, nikarîbûn ji vê zilmê bên parastin. Divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Pergala mêrê serdest jinan ji hev qut dikin û tenê dikin û hakîmiyeta xwe ji nû ve hildiberîne. Ji ber vê yekê, rizgariya jinan encax bi têkoşînek hevpar û tora hevgirtinê mimkun e. Jinên li çar aliyê cîhanê divê bibin dengê jinên Afgan.”

Azadiya jinan, azadiya civakê ye

Hêmana herî girîng a di xwepêşandanên dawî li Afganistan û tevgera ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Îranê balkêş, beşdariya girseyî ya jinan bû. Li gel vê, ji bo destekkirina daxwazên mafê mirovan, mêr jî li gel jinan beşdarî xwepêşandanan bûn.

Yek ji kesên ku ji ber xwepêşandanên 2022yan li Îranê hatine girtin Kejal Şerîfî (navê ne rast), ev nirxandin kir: “Zextên li dijî jinan, awayê herî kevin ê dîrokê ye. Beriya dewletan, beşan û gelek şêweyên din ên newekheviyê hebû. Ev newekhevî bingeha şêweyên din ên zordestî û neheqiyê di civakê de pêk tînin. Şoreşa rast a li Îran û Afganistanê ne tenê şoreşek e ku armanc dike pergala siyasî biguherîne; di heman demê de şoreşek derûnî ye jî. Divê hemû kesê cîhanê fêm bike ku rêya azadiya civakê di azadiya jinan re derbas dibe. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ sînorên erdnîgarî, demkî û yên li ser bingeha zayendî bêwate dike. Ji ber vê yekê, azadî û têkoşîna ji bo azadiya jinên Afganî, azadiya me û têkoşîna me ye.”

Etîket: Jin Jiyan AzadîJinên AfganJinên ÎranêJiwan Şerîfzade
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Salvegera kuştina Jîna Emînî: Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ veguheriye manîfestoya azadiya jinan

Salvegera kuştina Jîna Emînî: Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ veguheriye manîfestoya azadiya jinan

16 ÎLON 2026
Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

15 ÎLON 2026
Kongreya 5emîn a Mezin a Asayî ya DEM Partiyê destpê kir

Kongreya 5emîn a Mezin a Asayî ya DEM Partiyê destpê kir

6 ÎLON 2026
Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

15 TEBAX 2026
Li Îranê metirsiya darvekirina 8 jinên girtiyên siyasî heye

Li Îranê metirsiya darvekirina 8 jinên girtiyên siyasî heye

1 TEBAX 2026
Ji Tevgera Fanos a Azadiya Jinên Afgan banga 15ê Tebaxê

Ji Tevgera Fanos a Azadiya Jinên Afgan banga 15ê Tebaxê

27 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne