Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan bi armanca bihêzkirina rola siyasî ya jinan û li dijî derketina cezayê darvekirinê damezrandina xwe ragihand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku îro Meclîsa Şoreşa Jinan ku ji hejmarek jinên çalakvan di warên siyasî, civaka sivîl, medya, mafên jinan û mafên mirovan de pêk tê, damezrandina xwe ragihand.
Hate destnîşankirin ku armanca avakirina meclîsê, bihêzkirina rola siyasî ya jinan û birêxistinkirina amadebûna wan a serbixwe, bibandor û çarenûssaz a di qadên giştî û siyasî yên welat de ye. Her wiha parastina mafê jiyanê û li dijî derketina cezayê darvekirinê armancên din ên vê Meclîsê ne.
Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku pênc jin ji bo avakirina Meclîsa Şoreşa Jinan bûne pêşeng û navê wan wiha ne: “Semane Sewadî, Senam Dewletşahî, Mîna Xanî, Neîme Dostdar û Yasemîn Fehede.”
Meclîsa Şoreşa Jinan di daxuyaniyê de ev tişt vegot: “Em wekî toreke demokratîk, pirreng, giştgîr û femînîst kar dikin. Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dehan sal in di eniyên pêşîn ên şerê li dijî desthilatdarên Îranê, cudaxwaziya zayendî û zilamsalariyê de berxwedanê dikin. Lê ev mijara sereke ku daxwaza beşdariya rastîn û çarenûssaz a wan a di pêkhateyên desthilatdariyê û pêvajoya biryardana siyasî de, hêj neguheriye.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hîn jin di nav pêkhateyên siyasî, hevpeymanan û wan pêvajoyan de nayên hesibandin ku biryarê li ser pêşeroja welat didin, amadebûna wan tenê wekî sembolekê ye, divê herî kêm ji sedan 50î jinan di navendên biryardanê de bin.













